Çete li Helebê bi hev ketin û sivîl bûne qurbanî

Li gundewarên Helebê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û Nûredîn El-Zingî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin, tê gotin ku sivîl bûne qurbanî.

Çete li Helebê bi hev ketin û sivîl bûne qurbanî
5 cotmeh, 2018   16:45

HELEB

Çakvaniyên me ji Helebê diyar kirin çeteyên koma  Heyet Tehrîr El-Şam êrîşî nuqteyên çeteyên Nûredîn El-Zingî yên li gundê Keferheleb ê herêma Cebel Seman a Helebê kirin, di encamê de şer derket û kuştî û birîndarên herdu aliyan çêbûn.

Çavkaniyan ragihandin ku, şer di heman demê de ku şêniyên gund li dijî çeteyan derketibûn xwepêşandanan qewimî, di encamê de hejmareke sivîl, di nav de zarok jiyana xwe ji dest dan.

Hate hînbûn ku şer ji saetên vê sibehê heya ber êvarî rû da, her wiha hat diyarkirin ku çete rê nadin ku erebeyên ambulansê ji bo rakirina sivîlên birîndar derbasî gund bibin.

ANHA