‘Tirkiye zeytûnên Efrînê didize’

Dewleta Tirk li Efrînê hilberînên zeytûnan talan dike, didize û radestî şirîkên xwe dike da ku bi vê talan û diziyê krîza aborî derbas bike.

‘Tirkiye zeytûnên Efrînê didize’
5 cotmeh, 2018   08:45

SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê binpêkirinên leşker û çeteyên dewleta Tirk ên girêdayî beşa çandinî û hawîrdorê belge dike.

Cîgirê Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Selah Îbo diyar kir ku li gorî belgeyên bi dîmen û wêne hêzên dagirker 30 deverên bax û baxçeyên li Efrînê ku dagir kirine, şewitandine û piraniya van deveran nêzî baregehên leşkerî yên hêzên dagirker in.

Îbo, destnîşan kir ku zêdetirî 8 hezar darên zeytûnan hatin birîn û zêdetirî 5 hezar donim zevî jî hatine şewitandin.

Selah Îbo wiha got: "Li gorî belgeyên me, di navbera 3 salan de ji 2015 heya 2018‘an zêdetirî 4 hezar û 500 darên zeytûnan hatine şewitandin û desteserkirin, her wiha zêdetirî 5 hezar donim zeviyên çandinî hatine desteserkirin."

Îbo di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Di serî de, hilbirînên genim desteser kirine. Rêjeya ku ji aliyê şîrketa Tirk ve hatiye desteserkirin zêdetirî 20 hezar ton e. Tê zanîn ku buhayê ku şîrketa Tirk li cotkarên Efrînê belav kiriye, ji sedî 25 dernakeve."

Selah Îbo destnîşan kir ku dihate payîn ku berhemên mewsima îsal ên zeytûnan di navbera 210 hezar ton heya 230 hezar tonan de in, ku bi qasî 40 hezar ton zeyt derdixe.

Îbo, her wiha tekez kir ku dagirkeriya Tirk hewl dide bi rêya qaşo meclisên ku li Efrînê ava kirine, biryar derxistiye ku tenê ji sedî 10 ji hilberînin zeytûnan bidin xwediyên wê û yên din bi rêya şîrketên Tirkiyeyê derbasî Tirkiyeyê bikin. Îbo destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê buhayê tenekeyeke zeyta zeytûnan nîvê nirxên wê kêm kiriye ku diyar kiriye ku tenê bi 13 hezar lîreyan be, ev buha pir kêm e li beramberî buhayê ku li her deverê hatiye diyarkirin.

Cîgirê serokê Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Selah Îbo diyar kir ku li gorî serjimariyê, dagirkeriya Tirkiyeyê dê bi rêjeyeke zêde zeyt û zeytûnên Efrînê bidize û derbasî Tirkiyeyê bike. Nemaze piştî ku aboriya Tirkiyeyê têk çûye û bi rêya biryarên meclisên herêmê ku li Efrînê ava kirine, talankirinên xwe rewa dike.

(bb)

ANHA