Li Reqayê amadekariyên zivistanê

Bi hatina zivistanê re şêniyên Reqayê ji bo kirîna pêdiviyên zivistanê wekî sobe û cil û bergan herikîn sûkan. Ji aliyê xwe ve stasyona Sadkobê 400 lître mazot ji her malbatekê re diyar kir.

Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
Li Reqayê amadekariyên zivistanê
5 cotmeh, 2018   08:43

FECIR EL-XALID - RUBA EL-ELÎ / REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê ji hêla QSD`ê ve di 20`ê Cotmeha borî de, sûkên bajêr geş bûne. Gelek firoşkaran dikanên xwe ji nû ve vekirin. Bi hatina zivistanê re şêniyên Reqayê û gundewarên wê ji bo kirîna pêdiviyên zivistanê wekî soba û cil û bergên zivistanê herikîn sûkên bajêr.

Ji ber bikalîtabûna cil û bergan û nirxên wê yên guncaw şênî berê xwe didin dikanên Balê û cil û bergan dikirin. Ji milekî din ve şênî sobe û pêdiviyên zivistanê dikirin.

Belavkirina sobe û alîkariyê

Komîteya Karûbarên Civakî û Kar bi hevkariya rêxistinên ku li Reqayê dixebitin, alîkarî li mablatên hewcedar belav kir. Belavkirin bi rêya meclis û komînên tax û gundewarên Reqayê pêk tê.

Têkildarî mijarê her du rêxistinên Rojava û El-Mewde yên ku bin banê Buroya Rêxistinan a girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê kar dikin 2 hezar û 500 paketên xwarinê li taxa El-Nehda û gundewarên Reqayê belav kirin.

Bi nêzîkbûna zivistanê re Meclisa taxa El-Nehda û bi rêya komînan, hejmara malbatên xizan û hewcedar hijmartin û li gorî serjimariyê 700 malbat li taxên El-Huriyê, El-Firat, El-Tewesuiyê û El-Temînat El-Ictîmaiyê hatin tesbîtkirin. Her wiha xebatên belavkirinê li taxên El-Rimêlê û El-Mişleb têne meşandin. Beriya zivistanê rêxistinan xebatên belavkirina sobayan li malbatên hewcedar didomînin.

Belavkirina mazotê

Mazot bi rêya meclis û komînan dê were belavkirin. Girêdayî mijarê endamê rêveber ê stasyona Sadkobê Xelîl Ereb wiha got: "Ji bo wergirtina mazotê ji stasyonê dê komîteyek were avakirin û dê mazotê li şêniyan belav bike. Em wek rêveberiya Sadkobê xebatên belavkirinê dişopînin û em hemû giliyên şêniyan pêşwazî dikin. Ji bo her malbatekê 400 lître mazot hatiye diyarkirin û bi nirxek ji sûkê erzantir (ji her lîtreyekê 55 lîreyên Sûriyeyê) li ser du caran dê were belavkirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku lîtreya mazotê li sûkên Reqayê û gundewarên wê ji 90 heta 100 lîreyên Sûriyeyê ye.

(şx)

ANHA