Partiyên Ereb: Tirkiyeyê xaka Sûriyeyê binpê kiriye, divê sînorek jê re were dayîn

Partiyên Ereb ên herêma Cizîrê diyar kir ku bêdengiya civaka navdewletî polîtîkayên dewleta Tirk ên destwerdana li Sûriyeyê rewa dike, lewre dewleta Tirk beşeke Sûriyeyê dagir kiriye û ala xwe lê hildaye û baregehên leşkerî lê ava kirine.

Partiyên Ereb: Tirkiyeyê xaka Sûriyeyê binpê kiriye, divê sînorek jê re were dayîn
5 cotmeh, 2018   05:55

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Di bin navê piştgiriya opozîsyona Sûriyeyê ango parastina ewlekariya sînor de, dewleta Tirk a dagirker derbasî Sûriyeyê bû û beşek jê mîna Bab, Cerablus, Ezaz û Idlibê dagir kirin û baregehên xwe yên leşkerî lê ava kirin.

Partiyên Ereb ên herêma Cizîrê anî ziman ku dewleta Tirk xaka Sûriyeyê binpê kiriye û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê biqedîne.

Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê Ibrahîm Selac anî ziman ji krîza Sûriyeyê sûdê werdigire da ku mêtingeriya xwe li Sûriyeyê ji nû ve zindî bike. Selac wiha got: "Sedema sereke ya rijandina xwîna sivîlên Sûriyeyê dewleta Tirk e ku komên terorîst derbasî herêmê kirine."

Bêdengiya navdewletî dagirkeriyê rewa dike

Ibrahîm Selac tekez kir ku mafê gelê Sûriyeyê ye ku bi xwe biryara çarenûsa xwe bide, ne mafê Tirkiyeyê ku dest li Sûriyeyê werde û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêdengiya civaka navdewletî dagirkeriya Tirkiyeyê li Sûriyeyê rewa dike, lewra jî Tirkiyeyê beşek ji xaka Sûriyeyê dagir kiriye û alên xwe li hildane û baregehên xwe yên leşkerî lê ava kirine."

Rêveberê şaxa Tirbespiyê ys Desteya Niştimanî ya Erebî Mihemed Abdullah El-Mihemed anî ziman ku Desteya Niştimanî ya Erebî dagirkirina dewleta Tirk li Sûriyeyê şermezar dike û wek dijminahiyekê dibînin. El-Mihemed destnîşan kir ku hemû partiyên siyasî û gelê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ne û bang li Neteweyên Yekbûyî  kir ku bila dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê bîne û biryara diyarkirina çarenûsê bihêle ji gelê Sûriyeyê re.

Dewleta Tirk bi kiryarên xwe Osmanî derbas kirin

Serokê Buroya Qanûnî û berpirsê têkiliyên giştî yê Partiya Muhafizkarên Demokratîk Ednan Îzo ji aliyê xwe ve tekez kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li xaka Sûriyeyê ne qanûnî ye, Tirkiye rûyê nû yê Osmaniyan e. Ednan Îzo got destwerdana Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê temenê aloziyê dirêj dike û dibe sedema rijandina xwîna gelê Sûriyeyê.

Ednan Îzo, di berdewama axaftina xwe de, bal kişand ku Tirkiyeyê li herêmên ku dagir kirine guhertinên demografîk pêk tîne, zimanê xwe ferz dike û alên xwe bilind dike, Tirkiyeyê bi van kiryarên xwe osmanî derbas kirine. Îzo, anî ziman ku gelê Sûriyeyê zana ye, dikare bi xwe aloziyê çareser bike ku mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike, lê dewleta Tirk dibe kelem.

(bb)

ANHA