Meclisa Jinên Sûriyeyê civîna xwe ya asayî li dar xist

Di duyemîn civîna Meclisa Jinên Sûriyeyê de biryar hatin girtin û berdevkên bajêran hatin hilbijartin.

Meclisa Jinên Sûriyeyê civîna xwe ya asayî li dar xist
4 cotmeh, 2018   16:54

GIRÊ SPÎ

Desteya Rêveber a Meclisa Jinên Sûriyeyê civîna xwe ya asayî ya duyemîn li avahiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk a navçeya Eyn Îsa ya kantone Girê Spî li dar xist.

Bi dehan jinên ji herêmên cuda yên Sûriyeyê (Şam, Laziqiyê, Tertûs, Banyas, Qelemon, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Minbic û Idlibê), berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat û Cîgira Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Nûjîn Yûsif di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Berdevka Meclisa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Piştre jî rapora salane ya xebatên meclisê hatin xwendin, beşdaran jî nirxandinên xwe di derbarê raporan de anîn ziman. Di nîqaşan de girîngiya aktîvkirina rola jin li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê hate destnîşankirin.

Lîna Berekat rewşa siyasî şîrove kirin û ji aliyê beşdaran ve jî mûdaxle û pirs û bersiv hebûn.

Di civînê de gelek biryaran hatin girtin, ji wan:

-Perwerdekirin û aktîvkirina hemû endamên meclîsê.

-Avakirina buroya teybet ji bo lêkolînên jinan.

-Avakirina komîteyên şaxê û xurkirina komîteya doplomasî.

-Pêşxistina ragihandinê.

-Lidarxistina civînên desteyê bi awayekî asasyî.

-Kampanyeke li dijî tendiyên li ser jinan li ser asta Sûriyeyê were destpêkirin.

-Di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê komxebateke jinan li ser asta Sûriyeyê were lidarxistin.

Di dawiyê Heyfa Mehmûd, Îlham Mutlî  û Wela El-Nacî wekî berdevkên meclisê li herêmên rojhilat Tebqa, Reqa û Dêrazor hatin hilbijartin.

ANHA