Jinên Helebê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan berdewam e

Hejmarek jinên taxa Şêxmeqsûd nerazînên xwe nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û gotin: "Têkoîna me heya azadiya rêbertî berdewam e."

Jinên Helebê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan berdewam e
4 cotmeh, 2018   16:23

ROZANA DADO - SÎLVA MISTEFA / HELEB

Hejmarek jinên taxa Şêxmeqûs a Helebê yên ku beşdarî çalakiyên konvedanê ya ku Kongreya Star bi armanca şermezrkirina tecrîkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan orgenîze kiribû, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Endama Kongreya Star Sîham Bîlal got, ew bi rêya çalakiya konvedanê li hember siyasetên dewleta Tirk a şofanîst serî hil didin û wiha anî ziman: "Çalakiyên me berdewam in û em ê dengê xwe ji bo azadiya Ocalan bilind bikin."

Sîham bang li hemû jinên taxê kir ku beşdarî çalakiyan bibin û got: "Mil bi min em rêberê xwe azad bikin."

Ji aliyê xwe ve Emel Horo ya ji pêkhateya Turkman got: "Bi rêya çalakiya konvedanê em ji cîhanê re tekez dikin ku felsefeya Ocalan me li hev kom kirin û fikrên wî mijyên me dagirtin. Dijmin bila zanibin ku fikrên Ocalan hertim bi me re ne û em ê rêya ku ji bo me xêz kiriye bidomînin û helbet em ê bighêjin azadiya rêberê xwe."

Welatiya bi navê Fatme Misto ya ji pêkhateya Ereb bang li rêxistinên navdewletî û mafên mirovan kir ku bi lez destwerdana tecrîdê bikin û wiha domand: " Ji binpêkirinên dewleta tirk der heqê Ocalan de êdî bes e. Hûn nabînin ku Tirkiye û sûcdar Erdogan çi dikin? Sebira me nema û heta azadiya rêberê xwe em ranawestin."

(şx)

ANHA