QSD: Gundê Mozan bi temamî hate rizgarkirin

QSD'ê ragihand ku hêzên wan gundê Mozan ê nêzî bajaroka Sûsê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

QSD: Gundê Mozan bi temamî hate rizgarkirin
4 cotmeh, 2018   16:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekî ragihand ku hêzên wan piştî şerên dijwar ku 3 rojan berdewam kir gundê Mozan ê nêzî bajaroka Sûsê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

QSD'ê diyar kir ku tîmên taybet ên girêdayî hêzên wan piştî rizgarkirinê xebatên paqijkirina gund ji mayînan dane destpêkirin.

ANHA