Çalakiyên jinên li Helebê yên ji bo azadiya Ocalan di roja yekem de bi dawî bûn

Çalakiyên roja yekem a konvedanê ku ji aliyê Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê ve bi armanca azadiya Ocalan hatiye organîzekirin bi dawî bû.

4 cotmeh, 2018   15:47

HELEB

Rêxistina Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya raya giştî ya li hemberî tecrîdê çalakiyên konvedanê organîze kiriye.

Çalakiyan bi dirûşma "Jin ji bo azadiya Rêber Apo û azadiya xwe serî hildidin" li Qada 7 Şehîdan a taxa Şêxmeqsûdê ye têne lidarxistin û di roja yekem de bi dawî bû.

Di çalakiyê de, endama Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Helebê Fehîma Silêman axivî û girîniya lidarxistina çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman.
Fehîma got: " Îrade û îsrar jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ya ji bo azadiyê rêbertî her ku diçe zêdetir dibe. Jinên taxê li hemberî êrîşên herî dijwar ên komên çete bi îradeyeke xurt li ber xwe dan û bendên xof û tirsê şikenandin û têkoşîna xwe ya bingeha xwe ji ramanê Ocalan digire didomînin. "

Şandeyeke mamoste, Hêzên Asayîşa Jin û komîteya Tendurisityê serdana çalakiyê kir.

Di bin konê çalakiyê de gelek axaftin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin. Di axaftinan de tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî tecrîdê hatin şermezarkirin. Kesên axivîne tekez kirin ku dê têkoşînê berdewam bikin ta Ocalan azad bibe.

Çalakî dê 3 rojan berdewam bike.

ANHA