Komxebata jinên hiqûqnas û çalakvan sibê tê lidarxistin

Sibê li bajarê Kobanê bi dirûşma "Mîsogeriya mafên jinan bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk e" komxebata yekemîn a hiqûqnas û çalakvanên jin ên Sûriyeyê tê lidarxistin.

Komxebata jinên hiqûqnas û çalakvan sibê tê lidarxistin
4 cotmeh, 2018   12:51

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Li bajarê Kobanê sibê yekemîn komxebat li ser banga Meclisa Jinên Sûriyeyê dê were lidarxistin. Tê payîn ku 25 jin ji hemû herêmên Sûriyeyê tev li komxebatê bibin.

Di komxebatê de dê nîqaş li ser lihevkirinên navdewletî û biryara Meclisa Ewlehiyê (1325) a ku di şer de banga parastina jinan dike, nabe ku tev li aloziyan bibe, parastina herêmên şer bike, xwesteka jinan di şer de pêk bîne. Her wiha nîqaş dê li ser zagonên jinan di Rêveberiya Xweser de werin kirin.

Tê payîn ku dê komxebat saet di 09:00`an de li bajarê Kobanê dest pê bike. Gelek jinên çalakvan û hiqûqnas ji Şam, Tertûs, Laziqiye, Siwêda, Humis û jinên ji hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê amade bûne da ku tev li komxebatê bibin.

Lêkolînera civakî ya ku ji Şamê hatiye da ku tev li komxebatê bibe Şîfa Sewan, ji ajansa me ANHA`yê re got hêviyên wan bi tecrubeya Rêveberiya Xweser bi taybet di aliyê dan û standina bi jinan re di nava civakê de, heye. Şîfa di axaftina xwe de diyar kir ku jinên Bakurê Sûriyeyê tekez kir ku ew dikarin civakê bi rê ve bibin, li gorî berpirsyariyê ye û nêrîna civakê ji jinan re guhert.

Şîfa kêfxweşiya xwe diyar kir ku hemû jinên Sûriyeyê kom bûne da ku zagon û mafê jinan, têkoşîna wan ji bo azadiyê, xwestekên wan ên pêşxistinê li ser asta Sûriyeyê da ku bibin xwedî biryar û parastina mafên xwe bikin, nîqaş bikin.

Ji aliyê xwe ve çalakvana sivîl a ji Tertûsê ji bo tev li komxebatê bibe hatiye Rîhab Îbrahîm, destnîşan kir ku di rewşeke wisa hesas de ku rola jinan tê paşguhkirin, lidarxistina komxebata jinên Sûriyeyê pir girîng e û tekez kir ku Yekitiya Jinên Sûriyeyê dê aloziya Sûriyeyê çareser bike.

(bx)

ANHA