‘Erka me ye ku em armancên şehîdan pêk bînin‘

Şehîdên ku çirûska azadiyê pê xistin û jê re bûn mînak. Ji bo wê erka me ye ku em armancên wan pêk bînin. Bi van axaftinan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê Wesîm Abdulhelîm û Mihêsin El-Şelal li goristana Şehîdên Şedadê oxir kirin.

‘Erka me ye ku em armancên şehîdan pêk bînin‘
‘Erka me ye ku em armancên şehîdan pêk bînin‘
‘Erka me ye ku em armancên şehîdan pêk bînin‘
‘Erka me ye ku em armancên şehîdan pêk bînin‘
‘Erka me ye ku em armancên şehîdan pêk bînin‘
4 cotmeh, 2018   12:58

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê YPG`ê Wesîm Abdullhelîm û şervanê QSD`ê Mihêsin El-Şelal ên ku di Şerê Tunekirina Terorê de li gundewarên Dêrazorê şehîd bûn, oxir kirin.

Şêniyan cenazeyên her dûu şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirt û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha şervanên YPG`ê toreneke leşkerî li dar xis. Paşê ji fermandarên YPG`ê Hisên Hemadî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û tekez kir ku pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê heta tunekirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmê dê bidome.

Hemadî destnîşan kir ku şehîd ew in ên ku çirûska azadiyê pê xistin û xwe kirin mînak û ji ber wê pêwîst e heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.

Paşê endama Saziya Malbatên Şehîdan Ayat Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest û destnîşan kir ku ew wek malbatên şehîdan amade ne ku her tiştê giranbuha bidin da ku herêm ji çeteyan were rizgarkirin û di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de bijîn.

Di dawiyê de wesîqeta her du şehîdan ji aliyê endama Saziya Malbatên Şehîdan Zehra Abdullah ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Paşê cenazeyê her du şehîdan di nava dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA