Alîkarî li koçberên kampa Minbicê hate belavkirin

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê bi hevkariya Komîteya Aborî li Minbicê alîkariyên xwarinê li ser kampa koçberan a li Minbicê belav kirin.

Alîkarî li koçberên kampa Minbicê hate belavkirin
Alîkarî li koçberên kampa Minbicê hate belavkirin
Alîkarî li koçberên kampa Minbicê hate belavkirin
4 cotmeh, 2018   12:19

MINBIC

Belavkirina alîkariyê li kampa li gundê Resim El-Exder ê rojhilatê bajarê Minbicê bi beşdariya serokê partiyê li Minbicê Salih Hac Mihemed û endamên partiyê pêk hat. Alîkarî li ser 800 malbatan hate belavkirin.

Di kampê de koçberên ku ji herêmên ku artêşa Tirk a dagirker dagir kirine û ji ber zextên rêjîma Sûriyeyê reviyne, bi cih dibin.

Kampa ku li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê dikeve, 2 beş in. Di vê beşê de 340 kon hene û 2 hezar û 150 kes lê dijîn. Di beşa duyemîn de 445 kone hene û 3 hezar û 500 koçber lê dijîn, zêdetirî wan ji herêmên Miskenê û Dêr Hafir in ku rêjîma Sûriyeyê kontrol dike.

(jo)

ANHA