Beriya zivistanê rêyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin

Niştecihên herêma El-Şerqiye ya bajarê Qamişlo spasiya Şaredariya Gel a Şerqî kir ku rêyên xirabûyî beriya demsala zivistanê sererast dike.

Beriya zivistanê rêyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin
Beriya zivistanê rêyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin
4 cotmeh, 2018   12:14

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Şerqî ya bajarê Qamişlo bi hatina demsala zivistanê re dest bi sererastkirina rêyên xirabûyî kir. Şaredariyê beriya 15 rojan dest bi sererastkirina rêyan kir. Şaredariyê ji taxa Enteriyê heta gundê Um El-Fursan 5 kolanên şaxî yên taxên şerqî sererast kirin.

Tê payîn ku hemû rêyên xirabûyî di demeke nêz de li gorî derfetan werin sererastkirin.

(bx)

ANHA