Komîteya Perwerdeyê: Em ê nifşekî nû û zana ava bikin

Di sala duyemîn a xwendinê li navçe û gundewarên Eyn Îsa de hejmareke zêde ji şagirtan berê xwe da dibistanan. Mamoste jî hewl didin ji xwendekaran re pêşerojeke ronî amade bikin. 

Komîteya Perwerdeyê: Em ê nifşekî nû û zana ava bikin
Komîteya Perwerdeyê: Em ê nifşekî nû û zana ava bikin
Komîteya Perwerdeyê: Em ê nifşekî nû û zana ava bikin
Komîteya Perwerdeyê: Em ê nifşekî nû û zana ava bikin
Komîteya Perwerdeyê: Em ê nifşekî nû û zana ava bikin
4 cotmeh, 2018   08:05

MIHEMED El-EHMED / GIRÊ SPÎ

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî, hewl dide nifşekî nû bi rêka kadroyên xwendinê ku di havîna çûyî de derbasî perwerdeyan bûn, ava bikin.

Hejmara dibistanên ku hatin amadekirin ji bo sala nû ya xwendinê, gihaşt 150 dibistanên astên seretayî û amadehî ku hejmara şagirtên wê 15 hezar e.

Mamosteyên ku dê îsal xwendekaran perwerde bikin, zana û xwedî tecrube ne û di havîna derbasbûyî de derbasî dewreyên bîrdozî bûn ku dikarin ramanên xwe xurttir bikin û karê xwe baştir bikin.

Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Eyn Îsa Henan El-Zahêr li ser mijarê axivî û wiha got :"Her şagirtek bi zimanê xwe yê dayikê dixwîne, di refa (pol) 4’an de ji pêkhateyên Kurd û Ereb re zimanê kurdî dikeve nava perwerdeyê.”

Henan El-Zahêr destnîşan kir ku hemû mamoste di havînê de derbasî dewreya perwerdeyê bûn, encamên wê jî baş bûn û hemû dibistanan mamosteyên xwe girtin û wiha got: "Ev pêngaveke baş e ji bo pêşxistina perwerdeya li herêmê. Pêdiviyên dibistanan ji bo demsala zivistanê hemû amade ne û dema bê xwestin dê were danîn."

Der barê mijarê de mamoste Nesrîn El-Xemîs wiha axivî: "Wek erka li ser me, demên ku xwendekar ji xwendinê qut bûn, em ê tijî bikin, asta xwendekaran baş e û em ê hewl bidin xwendekarên xwe bi pêş bixin."

Berdevka dibistana Ismayîl El-Hemed bi navê Cîhan Kobo wiha got: "Tiştê ku hate serê xwendekaran ku ji dibistanê qut bûn, hişt ku xwendekar berê xwe bidin tiştên din, ji bo wê em ê hewl bidin asta xwendinê ji wan re zêde bikin ku bigihîjin civakeke xwende."

Sala nû ya xwendinê ya 2018-2019’an sala duyemîn e ji xwendekarên navçe û gundên Eyn Îsa re, piştî ku 6 salan ji xwendinê qut bûbûn.

(jo)

ANHA