Nexşerêya gelê Sûriyê heye

Endama MSD’ê ya Helebê Fatma Hesîno diyar kir destwerdanên derve sedema bingehîn a gurkirina aloziya Sûriyê ye û da zanîn ku gelê Sûriyê zana ye û xwedî nexşerêyekê ye. Fatma got, “çareserkirina aloziya Sûriyê beyî danûstandinên gelê Sûriyê ne pêkan e.

Nexşerêya gelê Sûriyê heye
4 cotmeh, 2018   06:18

SÎLVA MISTEFA / HELEB

Endama Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatma Hesîno desnîşan kir ku ji bo peydekirina çareseriyeke bingehîn ji aloziyê re ew wek MSD ji danûstandinare amade ne. Fatmayê anî ziman ku ya girîng  berjewendiyên gelên Sûriyê ne.

Fatma wiha axivî: "Bi destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û piştgiriya Tirkiyê ji bo komên çete hişt ku aloziya Sûriyê kûr bibe. Tirkiyê ji ber tirsa xwe ji projeya demokratîk a li bakurê Sûriyê pêş dikeve, herêma Efrînê dagir kir."

Fatme Hesîno wiha dewam kir: "Hemû civînên ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê tên lidarxistin wekî Cinêv, Soçî û Astana bi ser neketin û çareseriyeke siyasî rast ji aloziyê re nedîtin."

Di dawiyê de Endama Meclisa Sûriya Demokratîk a Helebê Fatme Hesîno wiha got: "Çareserî bêyî danûstandina di navbera hemû gelên Sûriyê de ne pêkan e. Gelê Sûriyê zana ye xwedî nexşerêyeke siyasî ya çareseriyê ye. Em wek Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê amade ne bi hemû pêkhateyên Sûriyê re danûstandinan bikin."

(şx/kc)

ANHA