Ji bo Lîbyayê dê li Îtalyayê kongreyeke navneteweyî were lidarxistin

Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Enzo Maviro Milanese ragihand ku dê meha bê li welatê wan kongreyeke navneteweyî li ser rewşa Lîbyayê pêk were, da ku danûstandin di navbera Lîbyayê de bi xwe were destpêkirin.

Ji bo Lîbyayê dê li Îtalyayê kongreyeke navneteweyî were lidarxistin
3 cotmeh, 2018   09:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Enzo Maviro Milanese roja sêşemê li pêşiya parlamentoyê got dê civîn li Palermo paytexta girava Seqîleya rojên 12 û 13 Mijdarê de wê pêk were. Tê texmînkirin ku dê aliyên sereke ji derve û hundirê Lîbyayê beşdarî civînê bibin.

Milanese wiha got: "Tevî cudahiya nêrînan, em dixwazin çareseriyeke hevbeş bibînin. Armanc ew e ku em alîkariyê bikin ku aştî vegere Lîbyayê û xebatên siyasî bi giştî beriya hilbijartinan werin hêsankirin.”

Berpirsên Lîbyayê di kongreya ku li Parîsê di meha Gulanê de pêk hat, ragihand ku dê hilbijartin di 10'ê Çileya 2019`an de pêk werin.

Her wiha serokê Amerîkayê Donald Trump piştgirî da kongreya ku dê li Îtalyayê were lidarxistin.

(jo)