Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin

Weqfa Jina Azad a Rojava bi armanca pêşxistina jinan di hemû waran de û bilindkirina asta wê gelek proje ji jinên kampa Holê re vekir.

Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
Weqfa Jina Azad ji jinên kampa Holê re gelek proje vekirin
3 cotmeh, 2018   07:57

NESRÎN ELÎ-DILSOZ DILDAR / HESEKÊ

Kampa Hol di 9'ê Adara 2016'an de li nêzî sînorên di navbera Sûriye û Iraqê de ji aliyê Buroya Karûbarên Koçberan a girêdayî Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Cizîrê ve hate vekirin. Kamp 30 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û 1 km li başûrê bajarokê Holê ye.

Ji bo birêxistinkirina xebatên xizmetguzarî û rêveberî yên kampê, rêveberiya kampê bi hevkariya Tevgera Civaka Demokratîk komîn û meclis di nav kampê de ava kirin. Koçberên kampê ji ber vê gavê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Ji aliyê din ve da ku jin di kampê de rola xwe aktîf bikin û serdema zilm û zordariyê bi dawî bikin, Kongreya Star û Weqfa Jina Azad ji bo birêxistinkirina jinan di kampê de û cihê xwe di komîn û meclisan de bigirin, gelek xebat meşandin.

Weqfa Jina Azad ji bo ku  jin hemû mafên xwe bi dest bixin, gelek hemleyên zanakirinê di nav kampê de bi rêya komînan bi rê ve birin. Bi vê mebestê weqfê gelek semîner dan, dewreyên fêrkirina dirûtinê, hemşîretiyê û fêrkirina zimanê kurdî li ser daxwazên jinan vekirin. Ji semînerên ku hatine dayîn semînerek li ser zewaca di temenê biçûk de û xetereyên wê li ser jiyana jinan, tundiya civakê li dijî jinan û şêwazên derbaskirina vê tundiyê û her wiha semînerên tenduristiyê li ser nexweşiya kansera pêsîrê, vedîtina wê ya zû û şêwazên xweparastinê.

Bi hevkariya Heyva Sor a Kurd weqfê hemleyek li dijî nexweşiya typhoid a sîng da destpêkirin. Ev hemle mehek û nîv berdewam kir.

Ji dewreyên tenduristiyê ku li kampê hatine vekirin, 60 jin ji penaberên Iraqê û koçberên Sûriyeyê derçûne. Hemû jinan bawernameyên derçûnê wergirtine. Bi van bawernameyan dikarin li her saziyekê tenduristiyê li Iraq û Bakurê Sûriyeyê kar bikin.

Her wiha dewreya dirûtinê bi tevlêbûna 60 jinan bi dawî bû. Weqfa Jina Azad hemû pêdiviyên dirûtinê ji wan re peyda kirin da ku di nav kampê de bixebitin.

Têkildarî mijarê endama rêveber a Buroya Weqfa Jina Azad a Kampa Hol, Yesmîn Osman di hevpeyvîneke bi ajansa me re diyar kir ku ji bo pêşxistina jinan di kampê de xebatên wan ên vekirina dewreyên cur bi cur didomin û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku jin hemû astengiyan derbas bikin û xwe bi hêz bikin, em her tim dixebitin."

Yesmîn Osman wiha domand: "Ji ber zîhniyeta civakê û kevneşopiyên wê me destpêkê gelek zehmetî bi jinên kampê re kişandin. Piraniya wan di bin bandora tirsa DAIŞ'ê de bûn."

Yesmîn destnîşan kir ku ji bo jinan ji vê rewşê derxin, bijîşkek pispor di warê derûnî de di nav Heyva Sor de rojane bi jinên kampê re rûdinişt û jin dihatin zanakirin. Di berdewama gotinên xwe de Yesmîn diyar kir ku li ser daxwazan jinan wan dewre vekirine û wiha domand: "Em vê weke gaveke erênî dibînin. Jinên ku tenê karê malê dizanî, niha fêrî pîşeyên wekî terzî û hemşîretiyê dibin."

‘Ez jiyana xwe ya taybet ava dikim’

Têkildarî mijarê penabera bi navê Suhad Abdullah a ji parêzgeha Iraqê Mûsilê wiha got: "Ez beşdarî semînerên ku li kampê dihatin lidarxistin bûm. Piştre ez tev li dewreya dirûtinê bûm. Piştî ku min dewre bi dawî kir, niha ez di warê dirûtinê de dixebitim û jiyana xwe ya taybet ava dikim."

‘Ji ber DAIŞ`ê me li li Mûsilê nekarî behsa mafên xwe bikin’

Her wiha Suhad destnîşan kir ku wan li Mûsilê ji ber tirsa çeteyên DAIŞ û binpêkirinên wan gelek astengî dikişandin û wiha pê de çû: "Me nedikarî banga mafên xwe yên xwendin û kar bikira. Lê niha li kampa Holê em gelekî kêfxweş in, bi aramiyê dihesin û dixebitin."

Ji aliyê xwe ve penabera bi navê Udeye Abdulcebar a ji heman parêzgehê wiha axivî: "Min berê xwe da Buroya Weqfa Jina Azad ji ber ku ew tekane deriyê xwe ji jinan re vekir. Min jî dewreya dirûtinê xelas kir û niha jî dixebitim û debara malbata xwe peyda dikim."    

(şx)

ANHA