Çalakiyên hunerî li Şêrawayê hatin lidarxistin

Çalakiyên hunerî yên bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê di roja 7‘emîn de li gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawaya yê kantona Efrînê hatin lidarxistin.

Çalakiyên hunerî li Şêrawayê hatin lidarxistin
2 cotmeh, 2018   17:40

EFRÎN

Tevgera Çand û Hunerê çalakiyên xwe ku bi dirûşmeya "Bi rêgezên Netewa Demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bikin" organîze kirine, didomîne.

Çalakiyên ku bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê têne lidarxistin di roja xwe ya 7‘an de li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawaya ya kantona Efrînê hatin lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.

Endamê Desteya Çand û Hunerê Neyazî Umer axivî û diyar kir ku arrmanca çalakiyan piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê û parastina nasnemaye gelê Kurd e.

Pişît axaftina Umer, Koma Çiyayê Kurmênc ya girêdayî Desteya Çand û Huner dîlanên filklorî pêşkêş kirin.

Paşê jî, Koma Rojava şanoyeke li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê û berxwedaniya di nava 58 rojan de hatî meşadin pêşkêş kir.

Her wiha Koma Afrinerên Hêviyê şanoyek derbarê bi hevgirtinê hêza mirovan xurt dibe û bi cûdahî hêza mirovan lawaz dike, pêşkêş kir.

Koma hunermendên Efrînê stranên şoreşgerî li ser berxwedana Efrînê gotin beşdaran jî li ber stranan dîlan gerandin.

Tê payîn ku çalakî dê sibe li gundê Xirbekê yê navçeya Şêrawayê bi dawî bibe.

ANHA