Berhem Salih û Fuat Hisên di pêşbirka serokkomariyê de ne

Di yekem rûniştina parlamentoyê de ti kesê ji bo serokkomariyê dengên pêwîst bi dest nexist. Ji bo wê niha cara dûyem parlamento ji bo diyarkirina serokkomariyê civiya. Namzetê PDK’ê yê serokkomariyê xwe ji namzetiyê kêşa, lê nehat pejirandin.  Serokê PDK’ê Mesut Barzanî jî diyarkir ku wê di dema pêş de helwesta xwe nîşan bidin.

Berhem Salih û Fuat Hisên di pêşbirka serokkomariyê de ne
2 cotmeh, 2018   18:22

NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Iraqê îro danê êvarî ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê civiya. Bi giştî 302 parlamenter di civînê de amade bûn.

Di hilbijartina yekem de namzetê YNK’ê Berhem Saleh 165 deng bi destxist. Namzetê PDK’ê Fuat Hisên jî 90 deng anî. Li ser vê yekê PDK neraziye. Serokê PDK’ê Mesud Barzanî di daxuyaniyek xwe de got; “Em vî şêwazê hilbijartinê yê serokkomariyê na pejirênin û wê di dema pêş de helwesta me a ji bo vê yekê hebe.”

Piştî hilbijartinan nûçeyên vekişina Fuat Hisên hatin, lê piştî wê li gorî agahiyên hatine standin vekişina Fuat Hisên nehatiye pejirandin. Niha namzetê PDK’ê Fuat Hisên û namzetê PDK’ê Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê dinava pêşbirkê dene.