ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 .10.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 02 .10.2018
2 cotmeh, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

- Navçeya Şêrawa mîna gelek deverên Rojava bi dîroka xwe ya kevnar navdar e, ruxmî derbasbûna gelek serdeman jî, şêniyên navçeyê gelek avahiyên kevn ku beriya vê bi demek dirêj hatine avakirina diparêzin. Her wiha gelek parçeyên dîrokî ku kal û pîrên wan di jiyane rojane de bi kar dianîn heta roja îro parastine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

-3 fermandarên komba bi navê Pêşmergeyên Roj xwe jê veqetandin. Yek ji wan di paya serdar de ye û du fermandarên din jî sertîpên yekemîn in û gihîştin Rojava û beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Dr. Kemal Seydo destnîşan kir ku gelê Efrînê li pêşberî asîmîlekirinê re rû bi rû mane û tekez kir ku ew raporan derbarê binpêkirinan pêşkêşî Konseya Mafê Mirovan dikin. Seydo banga bi lezkirina rizgarkirina Efrînê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Rêxistina Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê derbarê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyekê dide, saet 10:00. Yekitiya Jinên Ciwan a Azad a Şehbayê bi heman armancê daxuyaniyê dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star bi keda xwe rê li pêşiya pirsgirêka zewaca di temenê biçûk û pirjiniyê digire, her ku diçe bi zagonên xwe yên civakî rê li pêşiya paşverûtiya civakî digire û şaşiya zewaca di temenê biçûk de û pirjiniyê bi civakê dide aşkerakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Çalakiyên hunerê yên bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirinê Efrînê di roja 7‘an li gundê Aqîba yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê didome. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Çand û Hunerê ya kantona Girê Spî şevbuhêrkeke helbestvan li dar dixe. Saet 16:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ku penaber bûne di bin navê Rojava de tîmekî xwe yê fotbolê ava kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şêniyên gundê Yesrêb ê Til Hemîsê ji ber kêmbûna ava vexwarinê gelek zehmetiyan dikşînin û destnîşan dikin ku bêyî destwerdana aliyên têkildar pirsgirêkê çareser nabe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li deverên herêma Cizîrê yên ku nû hatine rizgarkirin pergala parastina cewherî tê rûniştandin. Li bajarokê Til El-Ihmedî Hêzên Parastina Civakî bi armanca parastina ewlehiya herêmê li deriyên têketin û derketina bajarokê û kolanan belav bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li sûka Kampa Eyn Îsayê ku hemû firoşkarên wê ji koçberên kampê ne hemû pêdiviyên koçberan peyda dibe û nixrên madeyên wê li hemberî sûkên din erzan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA