Ehmed û Hanî sertîpên bi Pêşmergeyên Roj hatine xapandin

3 fermandarên koma bi navê Pêşmergeyên Roj xwe jê veqetandin. Yek ji wan di paya serdar de ye û du fermandarên din jî sertîpên yekemîn in û gihîştin Rojava û beşdarî nava hêzên Erka Xweparastinê bûn.

Ehmed û Hanî sertîpên bi Pêşmergeyên Roj hatine xapandin
2 cotmeh, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Koma ku xwe wek “Pêşmergeyên Roj" bi nav dike, ji bo li dijî destkeftiyên gel li Rojava bêne bikaranîn li ser daxwaza Mesûd Barzanî û dewleta Tirk hate damezirandin. Ev kom li gelek deveran derketin û gelek pirsgirêk û astengî derxistin da ku tevliheviyê di navbera welatiyên Rojava de derxin. Pevçûnên Xanesorê jî mînaka vê yekê ne.

Ehmed Yûsif ji welatiyên bajarê Qamişlo ye û beşdarî nava koma Pêşmergeyên Roj bû. Pêşmergeyên Roj ku di sala 2012'an de ji aliyê Partî Demokratî Kurdistan (PDK) ve hatiye damezirandin, guman dikir ku dê beşdarî parastina axa Rojava bibe, lê rastî tam berovajî wê bû. Ev kom ku Yûsif xwe jê vekişand, tenê wek amûrekê ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî yên PDK û dewleta Tirk e.

Di hevpeyvîneke li gel ajansa me ANHA'yê de sertîpê ku ji Pêşmergeyên Roj veqetiyaye Ehmed Yûsif da zanîn ku armanc ji damezirandina Pêşmergeyên Roj, dijberî û şerê li dijî Yekîneyên Parastina Gel/Jin e, da ku nebe hêzeke leşkerî ya xwedî îradeyeke azad li Rojava, ji ber vê yekê PDK'ê Pêşmergeyên Roj ava kirin û wek amûrekî bi hevkariya dewleta Tirk ji bo xwe bi kar anî.

Yûsif destnîşan kir ku PDK'ê der barê biryareke van koman de bêyî agahiya serokê Tirkiyeyê Erdogan nikare tev bigere û Erdogan wek serokê rasteqîn ê van koman e.

'Me nas kir ku armanca PDK'ê ne parastina Rojava ye'

Yûsif da zanîn ku ew ji aliyê PDK'ê ve hatine xapandin ku dê parastina Rojava ji êrîşên terorîst bikin û wiha anî ziman: "Rayedarên Başûrê Kurdistanê gelek ciwanên Rojava xapandin û sînorên xwe ji wan re vekirin da ku beşdarî nava koma Pêşmergeyên Roj bibin. Di sala 2015'an de diviyabû Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin û li rex YPG'ê û YPJ'ê şerê DAIŞ'ê bikin. Di wê demê de PDK'ê ji bo Pêşmergeyên Roj derbasî Rojava bibin wergirtina Rimêlanê wek şert danî. Li vir me nas kir ku armanca PDK'ê tenê pêkanîna berjewendiyên xwe ye û ne parastina axa Rojava û Kurdistanê ye."

Yûsif axaftina xwe wiha domand: "Ez 6 salan di nava koma Pêşmergeyên Roj de mam û ez beşdarî gelek eniyên şer ên wekî Çiya Zirdekî, Xazir, Zimar, Rebîha, Şengal, Hemo Gulî, Bendav û Gir Biqûla bûm."

'Fermandarên pêşmerge ji me xwest ku em li Şengalê şerê YPG û YPJ'ê bikin'

Der barê berdestiyên êrîşa ku Pêşmergeyên Roj û pêşmergeyên PDK'ê li navçeya Xanesorê ya Şengalê de Yûsif got ku wan fermanên xwe ji pêşmergeyan wergirtin ku ew berê xwe bidin Şengalê û şerê YPG û YPJ'ê bikin û wiha anî ziman: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û dema ku şervanên YPG û YPJ'ê derbasî Şengalê bûn, fermandariya pêşmergeyan ji me xwest ku em şerê YPG û YPJ'ê bikin. Li vir pirsgirêk di navbera pêşmergeyên PDK'ê û Pêşmergeyên Roj de derketin."

Yûsif girêdayî heman mijarê axaftina xwe wiha domand: "Dema ku ji Pêşmergeyên Roj hate xwestin ku berê xwe bidin Şengalê, piraniya endamên Pêşmergeyên Roj ferman red kir û gelekan xwe jê vekişand. Nemaze ji ber ku gelek endaman dixwest biçin Şengalê û li rex şervanên YPG û YPJ'ê şerê DAIŞ'ê bikin."

Der barê nerazîbûna gelek endamên Pêşmergeyên Roj a şerê li dijî YPG û YPJ'ê li Xanesorê de Yûsif wiha got: "Piştî ku gelek endamên Pêşmergeyên Roj nexwest li Xanesorê şerê YPG û YPJ'ê bikin, fermandarên leşkerî yên PDK'ê civînek bi Pêşmergeyên Roj re li dar xist û xwest sedema nerazîbûna wan a şerê li dijî YPG'ê nas bikin. Fermandarên PDK'ê îdia dikir ku şervanên YPG'ê serweriya Şengalê dikin û ji xwe re wek baregeheke leşkerî bi kar tînin."

'Perwerdeya bîrdozî der barê reşkirina YPG û YPJ'ê de bû'

Yûsif behsa perwerdeyên bîrdozî yên ku Pêşmergeyên Roj werdigirtin kir û got ku naveroka wê reşkirina hêzên YPG û YPJ'ê di hemû aliyan de bû û ji endamên Pêşmergeyên Roj re dihat gotin ku YPG ne hêzek e û nikare Rojava biparêze û tenê ciwanan digire û îşkenceyê li wan dike û radestî rêjîma Sûriyeyê dike û ew dijminên doza kurdî ne.

Yûsif wiha domand: "Li ser vê yekê me nas kir ku ev îdiayên ku PDK di nava ciwanên Rojava de belav dikirin, me baş nas dikir ku hêza tekane ku parastina Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike YPG û YPJ ye û armanca wan avakirina hêzekê ji hemû pêkhateyan e da ku li hemberî êrîşên derve li ber xwe bidin."

Ehmed Yûsif di axaftina xwe de got ku PDK'ê hemû rêbazên xapandinê dane meşandin da ku ciwanên Rojava beşdarî nava koma Pêşmergeyên Roj bike û da ku wek amûrekî bi kar bîne û berjewendiyên xwe li Rojava pêk bîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber van sedeman gelek ciwanên beşdarî nava Pêşmergeyên Roj bûne jê veqetiyan û berê xwe da Rojava û cihê xwe di nava hêzên Erka Xweparastinê de girt."

Ciwanekî ku bi siyasetên PDK'ê hatiye xapandin

Hanî ciwanekî ji bajarê Qamişlo ye, ji sala 2013'an ve beşdarî nava koma Pêşmergeyên Roj bûye û her tim ji bo derbasî Rojava bibe û beşdarî xebatên parastina axa xwe bibe, her tim bi hêvî bû. Lê Hanî wekî ciwanên din hate xapandin û ji bo siyaset û berjewendiyên PDK'ê hate bikaranîn.

Hanî got ku armanca PDK'ê ji avakirina koma Pêşmergeyên Roj tenê pêkanîna berjewendiyên xwe ye û ne parastina Rojava yan devereke din a Kurdistanê ye û şerê gelê Kurd û şerê YPG'ê û YPJ'ê armanc dike.

Hanî axaftina xwe wiha domand: "Min nikaribû ez di nava Pêşmergeyên Roj de bimînim, min nikaribû tişta min didît tehemûl bikim. Di rastiyê de ev koma hatiye avakirin tenê ji bo dijberiya gelê Kurd bû. Pêşmergeyên PDK'ê em bi rê ve dibirin û bêyî fermana wan me nikaribû tiştekî bikin. Vê yekê hişt ku ez xwe jê vekişînim."

Serkeftin û destkeftiyên bi saya fedakarî û xwîna şehîdan û berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê li Rojava hatine bidestxistin, hişt ku dilên Hanî û Ehmed û hevalên wan germ bibin û berê xwe bidin warên xwe da ku cihê xwe di şoreşa azadiyê ya Rojava û Bakurê Sûriyeyê de bigirin.

ANHA