Li Girkê Legê şevbuhêrkeke çandî

Şaxê Girkê Legê yê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê bi tevlêbûna bi dehan rewşenbîrên navçeyê şevbuhêrkeke stran û helbestan li dar xist.

Li Girkê Legê şevbuhêrkeke çandî
Li Girkê Legê şevbuhêrkeke çandî
Li Girkê Legê şevbuhêrkeke çandî
1 cotmeh, 2018   18:01

QAMIŞLO

Bi tevlêbûna hejmareke helbestvanên Kurd û Ereb ên navçeya şaxê Girkê Legê yê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê şevbuhêrkeke stran û helbestan li dar xist.

Di şevbuhêrkê de helbest bi zimanê Kurdî û Erebî ji aliyê helbestvan Mihemed Xenaş, Bextreş Koçer, Kendal Hibo, Ehmed El-Kurdî, Hisên Hibo û Ezedîn Silêman ve hatin xwendin.

Her wiha stran ji aliyê hunermend Ferhad Beg, Behîc Bavê Îvan û Ebdulîlah Deqorî ve hatin goitn.

ANHA