Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê berdewam in

Çalakiyên hunerê ku bi dirûşmeya "Bi rêgezên netewa demokratîk ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşînê bikin" di roja 6‘an de didomin.

Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya rizgarkirina Efrînê berdewam in
1 cotmeh, 2018   17:20

ŞEHBA

Çalakiyên hunerî ku bi armacna piştgiriya pêngava rizgarkirine Efrînê ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ve têne organîzekirin di roja xwe ya 6‘an de li navçeya Ehrisê  hatin lidarxistin.

Di çalakiya ku bi dehan kes amade bûn de Rêveberê Tevgera Çand û Hunerê Henan Seydo axivî û diyar kir ku armanca çalakiyan piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê ye, her wiha parastina çanda Kurdî ji êrîşên dagirkeran e.

Piştre, Koma Ciwan a dîlanên filklorî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunerê dîlanên Kurdî pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Rojava şanoyek li ser êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser Efrînê û berxwedaniya hate nîşandan pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Afrinerên Hêviyê şanoyek derbarê bi hevgirtinê hêza mirovan xurt dibe û bi cûdahî hêza mirovan lawaz dike, pêşkêş kir.

Koma Çiyayê Mîra jî stranên xwe yên şoreşgerî derbarê Berxwedana Serdemê de gotin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Çalakiyên sibe dê li gundê Eqîbê yên navçeya Şêrawayê were lidarxistin.

ANHA