Artêşa Tirk bi armanca talankirinê biryarnameyek din têkildarî  mewsima zeytûnan derxist

Bi armanca talankirinê "meclisa herêmî ya navçeya Cindirêsê" ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye avakirin biryarnameyek derxist  ku bac li cotkaran zeytûnê ferz dike.

Artêşa Tirk bi armanca talankirinê biryarnameyek din têkildarî  mewsima zeytûnan derxist
1 cotmeh, 2018   18:26

EFRÎN

Çavkaniyek ji Efrînê ji ajansa me re ragihand ku "meclisa herêmî ya navçeya Cindirêsê" ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatiye avakirin, biryarnameyeke derxist, li gorî wê bêyî erêkirina meclisê qedexeye xwediyên kargehên givaştinê, zeytûnan bigvêşin. Her wiha bace bi rêjeya ji sedî 15 ji hemû hilberînê li cotkaran ferz kirine.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Tirk a dagirker beriya demekê bi armanca talankirina mewsima zeytûnê, biryarnameyek ji bo li giropên çekdar derxist. Di biryarnameyê de zeviyên zeytonê ku çeteyan desteserkirina dê radestî artêşa Tirk bikin.

(şx)

ANHA