Navên sivîlên ku Tirkiyê îdîa dikirin YPG‘yî ne hatin aşkerakirin

Ajansa me ANHA‘yê nav û wêneyên sivîlên ku dagirkeriya Tirkiyê bi tuhmeta YPG‘yî ne girtine aşkera kir.

Navên sivîlên ku Tirkiyê îdîa dikirin YPG‘yî ne hatin aşkerakirin
1 cotmeh, 2018   17:02

NAVNEDA NÛÇEYAN

Saziyên çapemeniyê yên ser bi dewleta Tirkiyeyê ve, destpêka meha Îlonê nûçeyek belav kir, tê de îdia dikirin ku hêzên wan 9 şervanên YPG‘ê li Efrînê girtine.

Ferandariya YPG‘ê bi daxuyaniyekê ev nûçe derewand û diyar kir ku tu şervanên wan ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve nehatine girtin.

Derkete holê ku kesên hatine revandin ji sivîlên gundê Omera ya navçeya Mabata ya Efrînê ye û ti têkiliyên wan bi YPG‘ê re tuneye

Ajansa me ANHA‘yê nav û wêneyên sivîlên ku dagirkeriya Tirkiyê bi tuhmeta YPG‘yî ne girtine aşkera kir.

Sivîlên hatin revandin ev in:

Fîras Fayîq Kelkawî

Hemûdê Xelosî Cafer

Îbiş Mihemed Miho

Mesûd Mecîd Kelkawî

Cengîz Mustefa Nesan

Ehmed Mihemed Îbiş

Reşîd Sebrî Meho

Idrîs Mustefa Nesan

Hisên Ehmed Kelkawî.