Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin

Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê şervanên QSD‘ê Ehmed El-Salih û Ramî El-Menfî yên di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bibû bi merasîmekê gerseyî li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê oxir kirin.

Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin
Li Hesekê du şehîd hatin oxirkirin
1 cotmeh, 2018   16:22

HESEKÊ

Kerwanê oxirkirina cenazeyan bi alên QSD‘ê û wêneyên şehîdan hatibûn xemilandin ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan û ber bi goristana Şehîd Dijwar ve kete rê.

Li goristanê merasîmek bi deqeyeke rêzgirtin û toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ û Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Dawê axivî û ev tişt got: "Em bejna xwe li hemberî giyanên şehîdan ditewînin, şehîdên ku ji bo azadiya me û jiyana bi rumet cane xwe feda kirine."

Bi navê Kongreya Star Helîma Ehmed jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got, aramiya li Rojava û Bakurê Sûriyeyê berhemên xwîna şehîdan e.

Di merasîmê de her wiha bi navê QSD‘ê fermandar Hecî Ebû Salih soza şopandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Rêvebera  Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Girseya gel derbestên şehîdan hilgirtin li ser milên xwe û di nava dirûşm û tilîliyan de veşartin.

ANHA