Kongreya Star biryara DMME şermezar kir

Koordînasyona Kongreya Star redkirina serlêdana Ocalan a ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) şermezar kir, her wiha ji malbata  ciwanê Kurd ê bi navê Umît Acar sersaxî xwest û got: "Çalakiyê Umît beşek ji berxwedana ku nayê rawestandin e"

Kongreya Star biryara DMME şermezar kir
1 cotmeh, 2018   14:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongreya Star têkildarî redkirina serlêdana Ocalan a ji bo Dadgeha Mafên  Mirovan a Ewrûpayê  û çalakiya ciwanê kurd Umît Acar ê li Elmanyayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan xwe şewitandibû daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê ya li ser êşkenceya li Îmraliyê û redkirina hevdîtinên malbat û parêzeran şermezar dikin û dibînin ku nêzîkatiyên bi vê rengî li dijî qanûnên mafên mirovan ên derbarê girtiyan de ye.

Em dizanîn ku dewleta Tirk dixwaze bi van kiryarên xwe yên sûcdar ên ji rêgezên exlaqê mirovan dûr e faşîzmaya xwe ferz bike. Girtina bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, parlamenter û serokên şaredariyan vê yekê diyar dike.

Li aliyekê din jî li hemberî dagirkirina Efrînê û binpêkirinên der heqê sivîlan de, êrîşên li ser Qedîl û herêmên din Başûr têne kirin, wijdanê civaka navdewletî naliv e, diyar kir ku ew jî di sucên ku Erdgoan der heqê gelê Kurd û gelên din pêk tîne hevkar in. Serdana Erdogan a ji bo hikûmeta Almanyayê li gel çalakiyên protestoyê yên li dijî serdanê hate kirin,  di nava de çalakiya fedeyî ya ciwanê Kurdî Umît Acar ku agir berda benda xwe delîlê vê yekê ye.

Wekî Kongreya Star em sersaxiyê ji malbata şehîd Umîd û tevahî gelê Kurd re dixwazin, dizanin ku Rêber APO van çalakiyan qebûl nake, lê diyar e ku  mebesteke şehîd Umîd ji bo çalakiyê heye nemaze ku piştî serdana Erdogan dijminê gelê Kurd ji bo Almanyayê pêk hate.

Her wiha ev çalakî ji bo Almanya û Dadgeha Mafê Mirovan a Navdewletî nameyeke, bi taybet salvegera 20‘an a girtina rêbertî nêzî dibe, çalakiya Umîd beşek ji berxwedana ku ti carî nayê rawestandin.

Em bang li rêxistinên hiqûqî û civaka navdewletî dikin ku erka xwe ya wijdanî pêk bînin û bang li jinan dikin ku rêxistina xwe xurt bikin li hemberî zulmê bisekinin da ku azadî û aşîtî pêk were."

ANHA