Pêngava Şerê Tunekirina Terorê: 29 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê ragihand ku di 24 saetên dawî yên Şerê Tunekirina Terorê de 29 çete hatin kuştin û 3 erebeyên bombebarkirî hatin bê bandorkirin.

Pêngava Şerê Tunekirina Terorê: 29 çete hatin kuştin
1 cotmeh, 2018   13:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD‘ê bîlançoeya  24 saetên dawî yên Şerê Tunekirina Terorê aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

"1-Eniya Baxoz: Şervanên me li gundê Sefaqnê  bi desteka balafirên koalîsyona navdewletî bersiva êrîşkeke çeteyan ku erebeyên bombebarkirî û doçka û topên hawnê bi kar anîbûn,  dan, di navbera şervanên me û terorîstan şer rûda, di encamê de hejmarek mezin çete hatin kuştin.

Hêzên me piştî şerên giran bi terorîstan re /1/ km pêşde çûn, her wiha 9 nuqte girtin, paşê xebatên paqijkirina herêmê dane destpêkirin.

2-Eniya Hecîn: Hêzên me li vê eniyê erebeyeke bombebarkirî ya terorîstan teqandin beriya bighêje armanca xwe û /700/ mître pêş de çû.

Şervanên me piştî şerên giran /8/nuqte girtin û xebatên paqijkirinê dane destpêkirin, di encamê de miqdareke çek û cebilxane desteser kirin.

3-Bîlanço:

-Hejmara kuştiyên terorîst: 29.

-Hejmara derbeyên balafirên koalîsyonê: 12.

-Hejmara nuqteyên hatin girtin: 17.

-Windahiyên terorîstan: 3 erebe û 3 motorsêklêtên bombebarkirî, navneda vegihînê û bargeheke cebilxane hatin rûxandin û alava pêwendiyan a Hîtra hate desteserkirin.