Mehek din ji binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyeyê û Berxwedana Serdemê didome

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên xwe li Efrînê didomînin, li beramberî wê çalakiyên YPG, YPJ û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê dagirker hejandin û tirs di nava dagirkeran de çêkir.

1 cotmeh, 2018   06:30

CAFER CAFO / EFRÎN

Ajansa Nûçeyan a Hawarê der barê binpêkirinên hêzên dagirker ên meha Îlonê li Efrînê û berxwedana YPG, YPJ û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê de raporek amade kir.

Li ser şopa DAIŞ‘ê leşker û çeteyên dewleta Tirk roja 1‘ê Îlonê gefa serjêkirinê li welatiyê bi navê Xesan Fewzî xwar ku heger 10 milyonan nade. Çeteyan dîmenek ji malbata Xesan re şand ku tê de kêr li ser stûyê kurê wî danîne û daxwaza pereyan jê dikin.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker textên avakirinê yê welatiyekê  ku bi qasî 11 milyon lîreyên Sûriyeyê tê, li pêşberî çavên wî talan kirin.

Her wiha çeteyê bi navê Îbrahîm Mustefa El-Neyîmî ku jê re tê gotin Ebû Stêf gefa kuştin û diziya wesayîta welatiyekî xwar.

Hêzên dagirker bi dehan welatiyên gundên Avraza û Coqa yên navçeya Mabata revandin û pere ji malbatên wan dixwazin. Dagirkeran di heman demê de girt ser malan û talan kirin, her wiha li jinan da. Ji kesên hatin revandinElî Muslim Xelûf 61 salî ye û yê din jî Heqîş Reşad Heqîl e.

6’ê Îlonê cenazeyê sivîlekî ku bi guleyan hatibû kuştin, li ser rêya di navbera gundên Til Selor û Mihemediyê yên herêma Cindirêsê de hate dîtin.

Artêşa Tirk a dagairker û çeteyên wê di meha borî de 2 welatî ji gundê Mosaka yê herêma Racoyê revandin û bi awayekî hovane îşkence lê kirin, her wiha daxwaza pereyan ji malbatên wan kirin da ku berdin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji gundê Kurzêlê dane, çeteyên koma bi navê Ehrar El-Şam a girêdayî dewleta Tirk di nav de jinek, 10 welatiyên gund revandin û ji bo berdana wan pereyan dixwazin. Li gorî çavkaniyan kesên hatin revandin Henan Şêrawî, Ferhad Ebdo, Mûsa Ebo, Mustefa  Mehmûd, Zekî Îbiş, Henan Îbo, Ferhad Kalo, Mustefa Kalo, Zekî Kalo û Emîna Nûrî Ebdo ne.

Kesên hatine revandin, rastî her cure îşkence, lêdan, kontak û şewitandina bi cigareyan û hwd. tên.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi navê parastina sivîlan bacê li niştecihên gundê Çeqla yê navçeya Şiyê ferz dikin û muhleta hefteyekê dan, kesên ku “bac” nedin têne revandin ango pereyan du qatî bacê didin.

Ji ber teqîna mayina hêzên dagirker ku li kolanên bajarê Efrînê bi cih kiribûn, zarokek şehîd bû.

Di çarçoveya siyaseta guhertina demografyayê de, leşkerên artêşa Tirk şêniyên Efrînê yên resen neçar dikin ku milkên xwe bi erzanî bifiroşin kesên ji Şam, Humis û Derayê. Di heman demê de gundên navçeya Bilbilê yên li ser sînor ji niştecihên wê yên resen vala dikin û vediguhêzin herêmeke leşkerî.

Destdirêjiya li dijî xwezayê

Li Efrînê li gel kuştin, revandin û talankirinê destdirêjiya li ser xwezayê didome. Di çarçoveya vê yekê de, hêzên dagirker bi hezaran darên zeytûnan û rez şewitandine.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker di 3‘yê Îlonê de bi hezaran darên di navbera gundên Şadiya û Hopga yên herêma Racoyê de şewitandin. Jê 600 darên welatiyê bi navê Mesan Mihemed Bekir ê ji gundê Hopgayê, 5 hezar darên zeytûnan ên Zeynal Hesen û Fexredîn Hesen.

Çalakiyên li hemberî dagirkeran

Navenda Ragihandinê ya YPG‘ê di 3‘yê Îlonê de ragihand ku hêzên wan li herêma Raco 2 çeteyên koma El-Cebha El-Şamiyê (Nîzar El-Xelîl û Xalid El-Mufleh) kuştin.

Şervanên YPG û YPJ‘ê êvara 2‘yê Îlonê rêzeçalakî kirin, ji ber çalakiyê hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Di daxuyaniyeke din de ku Fermandariya Giştî ya YPG‘ê –Efrînê weşandibû, hate ragihandin ku di çalakiyeke bibandor a hêzên wan li Efrînê de 15 çete hatin kuştin, di nav de serçeteyekî "Furqeya 23" bi navê Ehmed hate kuştin. Di 5‘ê Îlonê de jî li gundê Meryemîn ê navçeya Şerayê bi çalakiyekê 4 çete hatin kuştin.

Li aliyekî din jî, Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku hêzên wan li navçeya Şerayê li dijî çeteyê bi navê Ebdulletîf Ehmed kemînek danî û ew kuşt. Her wiha çalakiyeke bibandor li dijî çeteyê El-Cebha El-Şamiya yê bi navê Fayiz Salih El-Taha kir, di encamê de çete El-Taha hate kuştin.

Dîsa di şer û pevçûnên di navbera komên çete de li ser parvekirina malên sivîlan û hin sedemên din, didomin.

Ji ber çalakiyên bibandor ên şervanên YPJ, YPG û Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi dehan çete malbatên xwe girtin û ber bi Tirkiyeyê ve çûn.

Hêzên dagirker, şêniyên herêma Racoyê neçar kirin beşdarî xwepêşandana li dijî rêjîma Sûriyeyê û piştgiriya hêzên dagirker bibin û gefa kuştinê li wan dixwin ku heger tev li meşê nebin.

(bb)

ANHA