Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê didomin

Çalakiyên hunerî yên bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê îro li navçeya Ehdaş a Şehbayê hatin lidarxistin.

Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê didomin
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê didomin
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê didomin
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê didomin
Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê didomin
30 îlon, 2018   17:19

ŞEHBA

Çalakiyên hunerî yên bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê ku ji aliyê  Tevgera Çand û Hunerê ve hatiye organîzekirin di roja 5‘emîn de didome.

Di çalakiya îro de ku li navçeya Ehdasê ya Şehbayê hatibû lidarxistin endama Tevgera Çand û Hunerê Ronahî Şêxo axivî û armanca çalakiyan diyar kir.

Ronahî diyar kir ku armanca wan a çalakiyan piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê û parastina çanda Efrînê ye, he wiha moral bibe şêniyan.

Paşê, Koma Çiyayê Kurmênc a dîlanên filoklorî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk dîlanên Kurdî pêşkêş kir.

Her wiha Koma Afrinerên Hêviyê şanoyek derbarê bi hevgirtinê hêza mirovan xurt dibe û bi cûdahî hêza mirovan lawaz dike, pêşkêş kir.

Di çalakiyê de, Koma Rojava şahoyeke li ser êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li hemberî şênî û zarokên Efrînê û berxwedana li dijî dagiarkeran hate meşandin pêşkêş kir.

Çalakî bi stranên Koma Efrînê û gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

Tê payîn ku çalakî li navçeyên Şehba û Şêrawa dewam bikin.

ANHA