Pakrewanên Hesekê bi merasîmekê hatin bi bîranîn

Pakrewanên herêma Hesekê yên ku di meha Îlonê de şehîd bibûn hatin bi bîranîn.

Pakrewanên Hesekê bi merasîmekê hatin bi bîranîn
Pakrewanên Hesekê bi merasîmekê hatin bi bîranîn
Pakrewanên Hesekê bi merasîmekê hatin bi bîranîn
Pakrewanên Hesekê bi merasîmekê hatin bi bîranîn
Pakrewanên Hesekê bi merasîmekê hatin bi bîranîn
Pakrewanên Hesekê bi merasîmekê hatin bi bîranîn
30 îlon, 2018   17:34

HESEKÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi armanca bîranîna şehîdên meha Îlonê herikîn Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê.

Di merasîmê de wêneyên şehîdan, alên YPG û YPJ‘ê û  posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn hildan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê rêvebera Meclia Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Fatima Hisên axivî û got: "Di kesayeta şehîdên meha Îlonê em hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin."

Ji fermandarên YPJ‘ê Ciwan Hesekê û Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso axivîn û şehîdên meha Îlonê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dûbare kirin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdên meha Îlonê hatin xwendin.

ANHA