Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn

Şêniyên herêma Minbicê şehîdên xwe yên meha Îlonê li Goristana Şehîdn bi merasîmekê bi bîr anîn.

Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
Li Minbicê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bi bîranîn
30 îlon, 2018   16:47

MINBIC

Saziya Malbatên Şehîdan  bi tevlêbûna bi sedan şêniyên herêma Minbicê şehîdên Meha Îlonê li Goristana Şehîdên Minbicê bi bîr anîn.

Merasîm bi turaneke leşkerî ji aliyê şervanên Hêzê Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Paşê bi navê Saziya Malbatên Şehîdan endama Saziyê Semer El-Casim axivî û hemû şehîdên têkoşînê azadiyê bi bîr anîn û diyar kirin jiyana azad û bi rumet berhemê xwîna şehîdan e.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Elî El-Cemîlî, bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Yelmaz Tirkmanî û bi navê Meclisa Leşkerî ya Babê fermandar Şerîf Salih El-Fewaz axivîn.

Axaftivanan, soza şopandina riya şehîdan dan ta pêkanîna armancên wan bi cih werin. Her wiha hate gotin ku şehîd sax namirin û bîranîna wan erkeke ji her kesî tê xwestin.

Di dawiya merasîmê de find li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

ANHA