Rewşa Idlibê tevlihev e û nakokiyên Berlin û Tirkiyê kûr dibin

Rûsya bi radestkirina pergala S 300 ji bo rêjîma Sûriyeyê xwest Îsraîl tehrîk bike, di heman demê de Idlib li benda çarenûsa xwe ye. QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê pêşde diçe û li Iraqê nakokiyên kurdî li ser serokkomariyê didomin.

Rewşa Idlibê tevlihev e û nakokiyên Berlin û Tirkiyê kûr dibin
30 îlon, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de bal kişand ser aloziya têkiliyên Rûsya û Îsraîlê û radestkirina Moskov ji S-300 ji rêjîma Sûriyeyê re, nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de yên der barê hevpeymana Idlibê, hemleya Bagera Cizîrê kir. Rojnameyan her wiha behsa hilbijartina serokkomar û wezîrên Iraqê kir.

El-Ereb: Rûsya Îsraîlê hincet digire da ku pîvanên pevçûnan beriya şerê Idlibê biguherîne

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin bal kişand ser geşedanên dawîn ên Sûriyeyê û behsa nakokiyên di navbera Rûsya û Îsraîlê de kir. Rojnameya El-Ereb diyar kir ku Rûsya der barê xistina balafira wê Îsraîlê tawanbar kir û di encamê de têkiliyên di navbera her du aliyan de dijwar bûn û di vê çarçoveyê de Moskovê ragihand ku dê fûzeyên S-300 radestî Sûriyeyê bike.

Şerq El-Ewsat: Du belgeyên Sûriyeyê li ser maseya hevkarên Waşintonê ne.. Amerîka avakirina komîteya destûrî bi lez dike

Girêdayî xebatên avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê rojnameya Şerq El-Ewsat diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Mike Pompeo dê bi hevpîşeyên xwe yên "koma biçûk" re ku di nava wê de dewletên rojavayî û herêmî yên sereke hene dê li NewYork bicivin û doxya Sûriyeyê gotûbêj bikin. Di civînê de du belge dê bêne gotûbêjkirin: yek ji wan ji aliyê Waşintoê ve hatiye amadekirin û nêrîna xwe ya çalakiya siyasî û sererastkirina destûrî vedibêje. Ya duyemîn jî reşiknameya encamnameyê ye û helwesta xwe ji avakirina komîteya destûrî ya Sûriyeyê vedibêje ku ji aliyê şandeyê navnetewî Stîffan De Mistûra ve tê meşandin.

Waşintonê belgeyek ku ji du rûpelan pêk tê pêşkêşî hevkarên xwe yên di "koma biçûk" de ne ku ji Birêtaniya, Fransa, Almaniya, Siûdiyê, Urdun û Misrê pêk tê. Di belgeyê de sererastkirina destûrî digire nava xwe û di nava wê de "guhertina serweriyên serokê Sûriyeyê" û serweriyên mezintir dide serokê Hikûmetê. Her wiha rola sivîl di çaksaziya dezgehên ewlehî de û pêkanîna sîstemeke nenavendî di Sûriyeyê de.

Armanc ji vê belgehê ew e ku lêvegerek were avakirin û têkliyên di navbera van dewletan û danûstandina bi Rûsya û Netewên Yekbûyî re birêve bibe.

Şerq El-Ewsat: Nakokiyên Rûsya û Tirkiyeyê der barê şîrovekirina hevpeymana Idlibê de

Rojnameyên îro behsa hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê ya der barê Idlibê de kir û rojnameya Şerq El-Ewsat xwe spart çavkaniyên xwedî agahî û got ku 4 xalên binakok di navbera Moskov û Enqereyê de der barê şîrovekirina hevpeymana Soçiyê ya di navbera serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan de hene.

Çavkaniyan diyar kir ku Moskoyê, Tehran, Şam û Enqereyê agahdar kirine ku eger soza xwe pêk nînin dê tavilê dest bi çalakiya leşkerî û bombebaranê bike.

El-Heyat: QSD dorpêça li ser DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê teng dike

Rojnameya El-Heyat girêdayî çalakiya leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li rojhilatê çemê Firatê "Şerê Tunekirina Terorê" ragihand ku şervanên QSD'ê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî dorpêça li ser DAIŞ'ê teng dike û li gorî daxuyaniyeke QSD'ê şervanên wan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê pêşve diçin û derbeyên giran li komên terorîstan dane. Her wiha 17 xal bi dest xwe ve anîne û 3 baregehên cebilxaneyên çeteyan hilweşandine û miqdareke mezin ji cebilxaneya çeteyan bi dest xwe ve anîne piştî ku çete reviyan.

Iraq

Der barê xebatên avakirina hikumeta Iraqê de rojnameya Şerq El-Ewsat behsa nakokiyên di navbera aliyên kurdî de yên girêdayî paya serokkomariyê de kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Ji ber namzetiya serokkomarê Iraqê mala kurdî diheje." Rojnameyê diyar kir ku Partî Demokratî Kurdistan (PDK)  bi serokatiya Masûd Barzanî namzetiya Berhem Salih ji bo serokkomariyê red kir û Fûad Hisên pejirand.

Yemen

Der barê mijar û aloziya Yemenê de rojnameya El-Ereb behsa xebatên siyasî yên Sultaniyeta Umanê ji bo çareserkirina aloziya Yemenê kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Sultaniyeta Umanê ji çarçoveya xweparastina ji dosya Yemenê derdikeve".

Girêdayî mijareke din a herêmê de rojnameya Şerq El-Ewsat bihsa xebatên ji bo lidarxistina lûtkeyekê kir ku dê li Amerîka were lidarxistin û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rayedarekî Amerîka; Waşinton lidarxistina lûtkeyeke dewletên kendavê, Misir û Urdunê ji bo hevkariyeke stratejîk amade dike".

El-Heyat: Amerîka û dewletên Ereb soz da ku li hemberî gefxwarinên Îranê derkevin

Girêdayî nakokiya têkiliyên Amerîka û Îranê rojnameya El-Heyat diyar kir ku Amerîka hevpeymanek bi dewletên Erebî re ragihand ku dê li hemberî gefxwarinên Îranê li dijî herêmê û Amerîka derbikevin. Nemaze piştî ku Zîrevanên Şoreşgerî yên Îranê ragihandin ku dê tola xwe ji Washingtonêê û hevkarên wê piştî êrîşa Ehwaz hilînin.

Filistîn

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa helwesta Amerîka ji çareserkirina doza Filistînê re kir û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump çareseriya du dewletan dipejirîne û pilaneke aştiyê di van çend mehan de."

Rojnameya El-Heyat jî di manşêteke xwe de diyar kir ku Îsraîl gefxwarinên xwe li dijî welatiyên Xan El-Ehmer didomîne û manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Îsraîl ji welatiyên Xan El-Ehmer dixwaze ku xaniyên xwe bi xwe hilweşînin."

Şerq El-Ewsat: Di navbera Enqere û Berlînê de nakokiyên kûr

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat behsa nakokiya têkiliyên di navbera Almaniya û Tirkiyeyê de kir û destnîşan kir ku tevî germbûna pêşwazîkirina serokê Tirkiyeyê Recep Tayîîp Erdogan li Berlînê lê dîsa jî nakokiya têkiliyan di navbera her du welatan de serwer bûn. Angela Merkel banga serbestberana 5 rojnamevanên Alman ku li Tirkiyeyê girtî ne kir.

Girêdayî mijara aloziya aborî ya Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb behsa senaryoyên dijwartir ên li hemberî aloziya aborî ya Tirkiyeyê kir û nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Piştî girtina deriyê krediyên derve bankayên Tirkiyeyê li ba dibin.”