Evîn Cûma: Tecrîd bi xwe îsbata îşkencê ye

“Biryara DMME ya di derheqê Ocalan de li dijî mafê mirovan e û ev biryar ne hiqûqî ye, berovajî wê biryareke siyasî ye.”

Evîn Cûma: Tecrîd bi xwe îsbata îşkencê ye
30 îlon, 2018   05:32

MÛRADA KENDA – ÎBRAHÎM EL-EHMED / QAMIŞLO

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku biryara DMME’yê li dijî zagonên wan bi xwe ye û wiha got: “DMME û saziyên din tu carî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş neşopandine. Tecrîd bi xwe isbateke, DMME`yê li benda çi ye.”

Beriya demekê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red kir. Der barê helwesta DMME`yê de Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê  Evîn Cûma got: “Biryara DMME li dijî mafê mirovan e û ev biryar ne hiqûqî ye, berovajî wê biryareke siyasî ye.”

‘Biryara DMME li dijî hiqûq û exlaqê ye’

Evîn Cûma di destpêka axaftina xwe de biryara DMME’yê şermezar kir û wiha got: “Ji 11’ê Îlona 2016’an ve dewleta Tirk a dagirker nahêle malbat, parêzer an jî Heyeta Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê bikin û ji wê rojê ve agahiyek jê nayê wergirtin. Ji 2015’an ve tecrîda li ser serok Ocalan bi şewazeke hişk tê bikaranîn. Der heqê rewşa serok Ocalan de tu agahiyên zêlal nayên wergirtin.”

Evîn da zanîn ku  derbarî tecrîde de DMME’yê biryara îşkenceya li ser Ocalan red dike, ew biryara DMME’yê ne hiqûqî û exlaqî ye û wiha pê de çû:”Ev biryar li dijî exlaqê DMME’yê ye ya ku herî zêde banga mirovahiyê dike ew sazî bi xwe ye. Lê mixabin der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de zagonên mirovahiyê bi bin dikin û ew zagonanan vedişêrin.”

‘Li Tirkiyeyê mafên mirovan tên binpêkirin’

Evîn Cûma got  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovekî siyasetmedar e û mafê wî yê axaftin, hevdîtinê jî heye û wiha dewam kir:”Mixabin dewletên navneteweyî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rengekî siyasî dinêrin. Dewletên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe dîsa mafê mirovan paş guh dikin û zagonên navneteweyî binpê dikin. Li Tirkiyeyê demokrasî ji xwe bi gotinê tenê heye, zagon pratîkî bi kar nayê. Hejmara girtiyên siyasetmedar, rojnemevan li Tirkiyê zêde bûye û ew rewş jî diyar dike ku tu demokrasî li Tirkiyeyê tune ye. Kes bi azadî nikare fikr û ramanê xwe bîne ser ziman. Gelek raporên ku der barê rewşa Tirkiyê de derketin, diyar dikir ku li Tirkiyeyê mafên mirovan tên binpêkirin. Ji ber wê jî ew rewşa Tirkiyeyê pêwîst bû DMME li ber çavan bigirta da ku biryara wan jî bi zelalî û rastî derketa.”

Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê  Evîn Cûma diyar kir ku CPT’yê herî dawî 28-29'ê Nîsanê serdana Îmraliyê kir û ji ber ku Tirkiyeyê destûr nedaye piştî 2 salan 20'ê Adara 2018'an rapor ragihand bû û wiha pê de çû: “CPT û gelek saziyên ji derve dixwestin serledana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin lê dewleta Tirk a dagirker astengî li pêşiya wan derxist. Bêguman dewleta Tirk a dagirker aşkera nedihişt CPT û saziyên derve rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişopînin.”

‘Tecrîd bi xwe îsbateke’

Evîn Cûma got niha jî DMME dibêje li ser Ocalan tu îşkence û rêbazên xirab nehatine kirin, ew biryar li ser çi esasî hatiye dayîn? Gelo li ser esasê raporên dewleta Tirk hat dayîn?  Ew biryar li dijî heqîqetê ye ku DMME û saziyên din tu carî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş neşopandine û wiha dewam kir:”DMME der heqê rewşa Rêberê Gelê Kurd e îsbateke dixwaze û em jî dibêjin bê hevdîtin ew îsbatên ku hûn dixwazin dê çawa were girtin? Jixwe tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îsbata herî mezin e. Ev rewş di biryarên DMME’yê de nakokiyan derdixe holê.”

‘Divê DMME bi erka xwe rabe’

Evîn Cûma nerazîbûna xwe li dijî biryara DMME’yê diyar kir û wiha pê de çû: “Pêwîst e DMME bi rengekî adil û zagonî biryarê bide. DMME ji bo sala 2010’an ew biryar derxist lê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didome û bi şêwazeke herî giran tê meşandin. Lê mixabin DMME rewşa tecrîdê li ber çavan negirtiye. Ew diyar dike ku DMME li dijî zagonên xwe derket. DMME pêwîst e bi erka xwe rabe û rewşa tecrîdê bişopîne.”

‘Biryara DMME’yê hêzê dide dewleta Tirk’

Evîn Cûma diyar kir ku hêzên navneteweyî li dijî kiryar û hovîtiyên dewleta Tirk bê deng dimînin û biryarên nerast radigihînin û wiha got: “Ew rêbazên wan û biryarên li dijî mirovahiyê hêzê didin dewleta Tirk. Her wiha dîktatoriya Tirkiyeyê jî zêde dibe û demokrasî hildiweşe. Yek sedema wê hilweşandina demokrasiyê ye, bêdengiya hêzên navneteweyî ye ku dihêlin dewleta Tirk kiryarên xwe zêde bikin.”

Evîn Cûma di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên navneteweyî, CPT  û kesên têkildar kir ku li dijî biryara DMME’yê derkevin.

(kc)

ANHA