ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.09.2018
30 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawîn a pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ku ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Şêniyên navçeyên Til Birak û Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El-Deham û şervanê QSD‘ê Silêma El-Ehmed (Mezlûm Til Birak) re dixwazin. Li Girkê Legê û Til Koçer jî ji bo endamê Hêzên Asayîşî Salih El-Hemîd seraxî tê xwestin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Minbicê şehîdên meha Îlonê bi merasîmekê têne bîranîn. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Leşkerên artêşa Tirk a dagirker gundên li ser sînorê di navbera herêma Firatê û Bakurê Kurdistanê de dike hedef, şêniyên wan gundan pirsa" Çima li hemberî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker bêdengî heye" dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ridwan El-Rîfaî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên der heqên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di ti qanûn û baweriyan de nayên pejirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li gel zar û birayên xwe banga welat bi cih anîn û tev li refên YPG‘ê bû, cihê xwe di hemû şerên li taxa Şêxmeqûsdê rûdane de girt û tax rizgar kirin. Şervan, bav û bira şahdên berxwedanê Şêxmeqsûd in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevseroka Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma destnîşan kir ku biryara DMME’yê li dijî zagonên wan bi xwe ye û wiha got: “Ew biryar li dijî hiqûqê ye. DMME û saziyên din tu carî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş neşopandiye. Tecrîd bi xwe isbateke, DAMME`yê li benda çi ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Rûsya bi radestkirina pergala S 300 ji bo rêjîma Sûriyeyê xwest Îsraîl tehrîk bike, di heman demê de li benda çarenûsa xwe ye. QSD‘ê li gundewarên Dêrazorê pêşde diçe û li Iraqê nakokiyên kurdî li ser serokkomariyê didomin. (BI WÊNE)

JIN

-Meclisa Sûriyeya Demokratîk semînerekê girêdayî rewşa jinan li avahiya Meclisa Zagonsaz a bajarê Minbicê organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa Jinên Sûriyeyê bi armanca gotûbêjkirina rewşa jinên Sûriyeyê û bicihanîna mafên wan di amadekirina destûrtek nû de re, amadekariyê lidarxistina komxebatekê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dayîk ji bo keçên xwe li hemberî kevneşopiyan têdikoşe, zarokên xwe mezin dike û niha jî tenê daxwaza wê aştî ye.

ÇAND Û HUNER

- Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê di roja xwe ya 5‘emîn de didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Navenda Çand û Hunerê ya Hêzil a navçeya Tirbespiyê ji bo zarokên şehîdan şahiyekê li Akademiya Şehîd Yekta Hereok li dar dixe.Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Li bajarê Reqayê, di demên dawî de pîşesazî û bazirganî pêş ketiye ku gelek kargeh hatin vekirin û derfetên kar ji bo welatiyan hatin peydakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Navenda Tenduristiyê ya bajarê Hesekê, xebatên tenduristiyê bê pere pêşkeşî şêniyên Hesekê û gundewarên wê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê bi rasthatina zivistanî re xebatên xwe zêde kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di bin her çaredarek ji çadirên kampên Bakurê Sûriyeyê çîrokek jankêşanê heye. Sena El-Hemadî ji Reqayê koçber bûye û tevî malbata xwe li Kampa El-Reşîd bi cih bûye. Her du keçên Sena ji ber êrîşên balafirên şer yek lal bû û ya din jî ker bû. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 ANHA