Di Pilatforma danûstandinan de tekezî yekitiya xaka Sûriyeyê hate kirin

Pilatforma danûstandinên siyasî bi avakirina Komîteya Hûnandina perspektîfan û erêkirina komeke ji bendan bi dawî bû.

Di Pilatforma danûstandinan de tekezî yekitiya xaka Sûriyeyê hate kirin
29 îlon, 2018   19:22

HELEB

Bernameya pilatforma danûstandinan siyasî ku ji aliyê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk ve li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê hate lidarxistin bi gotûbêjkirina li ser 4 xalak dewam kir û bi avakirina Komîteya Hûnandina perspektîfan û erêkirina komeke ji bendan bi dawî bû.

Xala yekem: Yektiya gel û xaka Sûriyeyê

Beşdaran li ser vê xalê tekezî li ser girîngiya yekitî xak û gelê Sûriyeyê kirin û wekî pira bi ewle ya li ser çemê herkîna xwîna gelê Sûriyeyê bi nav kirin. Her wiha hate gotin ku pêwîste li hember pilanên dewletên derve yên li dijî yekitiya gel û xaka Sûriyeyê  bisekin. Beşdaran diyar kirin bajarê Helebê bûye keleha berxwedanê, kurd û ereb li hemberî êşîrên derve bûne yek û bersiv dan.

Beşdaran tekez kirin ku pêwîste hêzên biyanî, di serî de dagirkeriya Tirkiyê ji Bakurê Sûriyeyê were derxistin û Îsraîl ji Colan were vekişandin. Her wiha bal hate kişandin ku dewleta Tirk li hemberî sivîlên Sûriyeyê komkujî û kiryarên ne mirovî pêk tînin. Beşdaran diyar kirin ku pêwîste gelê Sûriyeyê bi xwe biryara pêşeroja xwe diyar bike.

Xala duyemîn: Danûstandinên Sûrî-Sûrî û çareseriya siyasî ya ji bo aloziyê

Di vê xalê de, îşaret bi aloziya Sûriyeyê hate kirin û wekî mezintirin karîset piştî şerê cîhanê yê duyemîn hate bi navkirin û banga danûstandinan li hemû aliyên Sûrî hate kirin.

Her wiha bal hate kişandin li ser rola civaka sivîl û jinan di çareseriya Sûrî-Sûrî hate destnîşankirin û hate gotin ku jin û civaka sivîl dê pêşengtiya çareseriyê bikin.

Xala sêyemîn:  Destwerdana derve ya rewa û ne rewa

Beşdarên pilatformê destnîşan kirin ku hebûna hêzên derve li ser xaka Sûriyeyê dagirkerî ye û destwerdanên ne rewa ne, nava destwerdana derve rewa were dîtin , ji ber ku di pêşerojê de dê encamên wê xirab bi xwe re bînin. Hate diyarkirin ku çareseriya aloziyê bi derketina hêzên biyanî ji Sûriyeyê pêk tê.

Di nîqaşan de hate gotin ku Efrînê beşek ji axa Sûriyeyê, mîsyona rizgarkirina herêmên dagirkirî ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê tê xwestin. Her wiha hate gotin ku çareserkirina aloziyê di hindir de wê pêk were û civînên derve ti encam nagire.

Xala çaremîn: Ne navendîbûyîn

Di vê beşê de hate gotin "Ne navendîbûyîn û demokrasî beşeke sereke ji rêgezên pergala demokratîk e, ku desthilatdariyê red dike û civakî ji çirava xwînê dûr dixîne."

Beşdaran tekez kirin ku pêwîste hilbijartinên nû pêk werin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê cihê xwe tê de bigirin, ev hilbijartin zelal û demokratîk be û mozayîka gelê Sûriyeyê biparêze.

Pişît nîqaşanên li ser her çar xalan Komîteya Hûnandina perspektîfan ku ji endaman pêk tê hate avakirin.

Pilatform bi xwendina encamnameyê ji aliyê endamê Partiya Ciwan a Avakirin û Guhertin Mihemed Heşaş ve hate xwendin.

Di encamnameyê de ev xak hatin rêzgirin:

1-Tekezî li ser yekitî xak û gelê Sûriyeyê wekirin.

2-Hemû cûra tundî û fikirê tarî ji holê were rakirin.

3-Xeta diyalogên Sûr-Sûrî wekî riya xelasiya gelê Sûriyeyê ji kaosyê ye, di heman demê de, pêwîste danûstandinên Sûrî-Sûrî li Şamê bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin lidarxistin û dosyayên Sûriyeyê ji destê welatên derve werin derxistin.

4-Doza gelê Kurdî dozeke niştmanî ye ku wekî pêkhateyekî sereke ji pêkhateyên gelê Sûriyeyê ye.

5-Pêwîste komîteyeke niştimanî were avakirin da ku destûreke Sûrî ku mafê hemû pêkhateyan mîsoger bike.

6-Rola civaka sivîl were aktîvkirin.

7-Pêwîste rola jina di avakirina biryaran de hebe, her wiha ciwan jî di her qadan de di serî de qala siyasî de were avakirin.

8-Komîteyeke şopandina diyalogên Sûrî-Sûrî were avakirin.

ANHA