Cenazeyê şehîd El-Hemîd bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Salih El-Hemîd ê ku di Pêngava Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a Til Koçer hate veşartin.

Cenazeyê şehîd El-Hemîd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Hemîd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Hemîd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
Cenazeyê şehîd El-Hemîd bi merasîmeke girseyî hate veşartin
29 îlon, 2018   17:34

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrik, navçeyên wê Girkê Legê û Til Koçer, şervanên YPJ, YPG û Hêzên Asayîşê cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Salih El-Hemîd ê ku di Pêngava "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bibû bi merasîmeke girseyî li Goristana Şehîdan a navçeya Til Koçer spartin axê.

Kerwanê oxirkirinê ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ji nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê bi ber Goristana Şehîdan a navçeya Til Koçerê bi rê ket.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Paşê endamê Hêzên Asayîşê Mihemede El-Casim axivî û ev tişt anî ziman: "Şehîd Salih xeta hevalên xwe şopand û soza ku bi gel û şehîdan re dabû pêk anî. Silavên şoreşgerî ji bo kesên ku berdêlên giranbuha dane vî welatî, berdêlên jiyaneke azad û bi rumet pir giran e."

Hevserokê Desteya Şûnwar û Parastina Hawirdorê Hisên El-Elî jî di merasîm de axivî û got: "Şehîd pêşengên me yên manewî ne, her wiha pêşengehên me yên ber bi serkeftinê û demokrasiyê ne, ji ber ku bi benda xwe zulmê li ser gelan radikin û azadiyê pêk tînin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Malbata şehîd jî soza şopandina xeta şehîdan dan.

Derbestê şehîd di nava dirûşme û tilîliyan hate veşartin.

ANHA