Çalakiyên hunerî îro li navçeya Fafînê hatin lidarxistin

Çalakiyên hunerî yên ji bo piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê di roja xwe ya çaremîn de dewam dike.

Çalakiyên hunerî îro li navçeya Fafînê hatin lidarxistin
Çalakiyên hunerî îro li navçeya Fafînê hatin lidarxistin
Çalakiyên hunerî îro li navçeya Fafînê hatin lidarxistin
Çalakiyên hunerî îro li navçeya Fafînê hatin lidarxistin
Çalakiyên hunerî îro li navçeya Fafînê hatin lidarxistin
Çalakiyên hunerî îro li navçeya Fafînê hatin lidarxistin
29 îlon, 2018   17:05

ŞEHBA

Çalakî ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Efrînê ve bi dirûşmeya "Bi piransîpên Netewa Demokratîk têkoşîn bikin da ku Efrînê rizgar bikin” tê ogranîzekirin.

Çalakiyên hunerê îro di roja çaremîn de li navçeya Fafînê hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê Rêvebera Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê Newroz Silêman axivî û diyar kir ku ev çalakiyên li ser pêkanîna biryarên Konferansa  Rizgarkirina Efrînê têne organîzekirin û ev tişt got: "Li ser vê esasî û bi armanca piştgiriya pêngava rizgarkirina Efrînê û parastina çanda kurdî ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên me ev çalakî dane destpêkirin."

Piştre, koma Çiyayê Kurmênc a dîlanên filoklorî ya girêdayî Tevgera Çand û Hunera Demokratîk dîlanên kurdî pêşkêş kir.

Her wiha Koma Afrinerên Hêviyê şanoyek bêdeng derbarê berdewamiya berxwedanê û hevgirtinê di nava civakê de pêşkêş kir.

Çalakiyên roja çaremîn bi stranên şoreşgerî yên Koma Şehîd Berçem bi dawî bû.

Beşdaran jî li ber stranan dîlan gerandin.

Tê payîn ku ev çalakî wê li tevahî navçeyên kantona Şehbayê û navçeya Şêrwa ya Efrînê dewam bikin.

ANHA