"Em şoreşa xwe diparêzin" mijara semînerê bû

Li bajarê Qamişlo bi amadebûna hemû pêkhateyên herêmê semînereke li ser parastina şoreşê hate dayîn.

"Em şoreşa xwe diparêzin" mijara semînerê bû
29 îlon, 2018   18:23

QAMIŞLO

Saziya Yekitî û Piştgiriya Gelan (SYPG) semînerek bi navnîşana "Em şoreşa xwe diparêzin" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo organîze kir.

Pêngava "Em şoreşa xwe diparêzin" ji beriya du mehan ve li herêmên Firat û Cizîrê hatiye destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de civîn û semîner têne lidarxistin.

Di semîra ku îro li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin de, bi sedan şêniyên herêmê, Hevserokê Berê yê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Aldar Xelîl, Hevserokê Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm, Serokê Komeleya Çanda Suryan Hena Hena, Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan û hejmareke nûnerên partiyên siyasî amade bûn.

Semîner bi biranîna şehîdên tekoşîna azadiyê dest pê kir.

Paşê, senevîzyoneke  li ser kar û xebatên Saziya Yekitiya û Piştgiriya Gelan hate nîşan dan.

Hevserokê Komeleya Çanda Suryan Hena Hena bi xêrhata beşdaran kir û qala şoreşên ku ser xaka Mezopotamyayê rabûne kir û wiha ggot: "Mezopotamya kewara çandî ye, lewra ji aliyê gelek hêzan ve hate dagirkirin, lê hemû dagirker li ser vê axê binket û gelê herêmê bi ser ketin. Kombûna me li ser vê axê û yekitiya me berhemên xwîna şehîdan e, divê em xwedî li şehîdan derkevin."

Hena Hena her wiha got: "Gelê Suryan, Ereb û Kurd di bin banê projeya Netewa Demokratîk de ya ku Rêber Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye bûne yek, ji ber vê yek ji me tê xwestin em şoreşa xwe biparêzin û xeteriyan ji holê rakin, di heman demê de pêwîste em hişiyar bin û ji perwerdeyên berê sûdê werbigirin. Erdogan xwe sultanekî nîşan dide. Divê nas bike ku sultanên berê wî yên Osmaniyên xwînmij mirin û hemû pilanên wî yên vejandina serdema Osmanî bi ser nekevin. "

Hevserokê Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Mensûr El-Selûm mijara "Parastina şoreşê ji kê tê xwestin" girt dest.

El-Selûm di destpêkê de şervanên QSD‘ê yên li eniyên şer li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê şer dikin û şervanên li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê berxwedaniyê dikin silav kir.

Paşê dest bi dayîna semînerê kir û ev titş got: "Mîsyona parastina şoreşê ji kê tê xwest? Erka parastina şoreş û destkeftiyên wê dikeve ser milê her kesî, her yek ji me divê vî erkê li ser xwe bigire, leşker dema ku parastina dike şoreşa xwe diparêze. Pêwîste hemû gelên Bakurê Sûriyeyê beşdarî şoreşê bibin û di her qadan de siyasî, civakî û leşkerî û hwd de cih bigirin ev bi xwe şoreşek e."

Şoreşa Rojava azadî û wekhevî ji hemû gelan re pêk anî
Bi navê saziya Yekîtiya Gelan û Piştgiriya wan Bêrîtan Asya axivî û wiha got: "Me xwest bi riya hemleya xwe çarçoveya têkoşîna şoreşa li Rojava ber bi asteke bilindtir ve bibin û azadiyê ji hemû gelan re ku di ciyografiya Rojhilata Navîn de dijîn pêk bînin."
Bêrîtanê destnîşan kir ku şoreşa Rojava û ji roja destpêkê ve azadiya hemû gelên Bakurê Sûriyeyê armanc dike û êdî ji bo giştî cîhanê veguheriye mînakekê û wiha domand: "Em weke gelê Kurd û di giştî dîrokê de em ji aliyê sîstemên desthilatdar û dîktator ve rastî gelek kirinên tunekirinê hatin. Niha piştî şoreşa Rojava ku weke şoreşa jin û civakê tê destgirtin em azadî û demokrasiyê li ser axa xwe ya dîrokî ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, dijîn. Êdî her pêkhateyek dikare li gorî çand û zimanê xwe jiyana xwe bidomîne."
Bêrîtan piştrast kir ku dagirkeran di van qonaxên dîrokî de xwestin gelan û çandên wan tune bikin. Dewleta Tirk bi van kirinên xwe dijminahiya xwe bi gelê Kurd û hemû gelên herêmê re zêde dike û ji ber vê yekê pêwîstî bi bilindkirina asta têkoşînê li dijî dewleta Tirk heye.

Hevserokê berê yê Desteya Rêveber a TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl jî axivî û wiha got: "Me herêmên xwe, gelê xwe, projeya xwe ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk parast û me biratiya gelan pêk anîn. Tevahî cîhan li me matmayî ma, me dîroka rasteqîn a Rojhilata Navîn vegerand û hevgirtina gelan pêş xist. Wekî gelê Bakurê Sûriyeyê em mil bi mil li ber xwe didin."

ANHA