Li Helebê pilatforma danûstandinan

Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk bi dirûşma "Yekitiya xaka Sûriyeyê ji yekitiya gelê Sûriyeyê ye" pilatformekê danûstandinan li dar dixe. Beşdarên piltforêm tekez kirin ku danûstandinên Sûrî-Sûrî rêka avakirina Sûriyeke demokratîk e.

Li Helebê pilatforma danûstandinan
Li Helebê pilatforma danûstandinan
Li Helebê pilatforma danûstandinan
Li Helebê pilatforma danûstandinan
Li Helebê pilatforma danûstandinan
Li Helebê pilatforma danûstandinan
Li Helebê pilatforma danûstandinan
29 îlon, 2018   15:38

HELEB

Pilatform li hola Şêxmeqsûd a bajarê Helebê tê lidarxistin .

Di piltformê de nûnerên Partiya Sûriyê ya Netewî û Civakî, Partiya Damin, Partiya Vîna Gel, Partiya Komunistî a Sûrî ya Yekbûyî, Partiya Sûriyeya Demokratîk, Partiya Ciwanan a Avakirin û Guhertin, Partiya El-Kerama, Eniya Gel a Rizgarkirina Lîwa Eskenderon, Partiya Netwa Erebî, Paritya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Meclisa Sûriyeya Demokratîk, nûnerên Komîteya Perwereya Civaka Demokratîk, Mala Êzidiyan, Hêzên Asayîşê, Dîwana Dada Civakî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongreya Star, Hevgirtina Olan, rûspiyên taxê û hejmarek rewşenbîr û siyasetmedar amade bûn.

Pilatform bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê Koordînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûrî Ehmed El-Erec axaftina destpêkê kir û diyar kir ku danûstandinên ji bo doza welat bi van hevdîtin û pilatforman dest pê dike.

El-Erec bal kişand li ser destwerdana hêzên derve li aloziya Sûriyeyê û tekez kir ku Sûriyeyê di merheleyeke hestiyar re derbas sibe, ji her kesî Sûrî tê xwestin ku bi berpirsyarî li hemberî yekitiya niştimaniya Sûriyeyê tevbigere.

Di pilatformê de, axaftin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin, kesên axivîne; Serokê Buroya Hevbendiya Niştimanî ya Helebê Welîd Nesan, bi navê Xiristiyan Josef Qebelan, bi navê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xalida Ebdo, bi navê Hevgirtina Olan Şêx Elî Hesen, bi navê MSD‘ê Mirai Şibilî, bi navê Partiya Yektiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Bavê Qehreman, bi navê Partiya Ciwanên Avakirin û Guhertin Mihemed Heşaş, bi navê Partiya Kerama Sair Feqe, bi navê TEV-DEM‘ê Fatima Hesen û bi navê Kongreya Star Hêvîn Silêman .

Kesên axivîne, girîngiya lidarxistina pilatformê di vê qonaxê de destnîşan kirin. Hate gotin ku gelê Sûriyeyê giyanê xwe fedayî welat kirin.

Axaftivana gotin; " Ji erka niştimanî û welatparêziyê û li ser bingehê parastina gelê Sûriyeyê em îro li vir civiyane, da ku destekê bibin avakirina Sûriyeke nû û komên terorist ji herêmê biqewitînin."

Di axatinan de her wiha bal hate kişandin li ser destekdayîna hin dewletan bi terorê û ev tişt hatin gotin: "Di encama destekdayîna dewletên derve ji terora li Sûriyeyê de rewş gihişt vê astê, binsaziya Sûriyeyê hate rûxandin û sivîl bûne qurbanî, her wiha civaka Sûriyeyê ket xefka pergalên dîktator û terorîstan, dagirkirina Efrîn, Bab, Cerablus û Ezazê delîlê vê yekê ye."

Axaftivanan diyar kirin ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê di destê gelê Sûriyeyê û banga "Destekdayîna projeya niştimanî, yekitiya xaka Sûriyeyê û dayîna nexşeriyekê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê " hate kirin.

Kesên axivîne destnîşan kirin ku azadiya jinê bingeha avakirina civakeke demokratîk e û tekezî li ser girîngiya "Perwredekirina jinan, veguhestina tecrûbeya jinên Bakurê Sûriyeyê li tevahî Sûriyeyê" hate kirin.

Pilatform bidome.

ANHA