Encamnameya konferansa Kantona Şehbayê hate aşkerekirin

Beşdarên Sêyemîn konferansa Rêveberiya Kantona Şehbayê, lidarxistina konferansê di vê demê de bi serkeftina felsefeya Netewa Demokarîk li hemberî pergala kapîtalîzm bi nav kirin.

Encamnameya konferansa Kantona Şehbayê hate aşkerekirin
29 îlon, 2018   16:28

ŞEHBA

Rêveberiya kantona Şehbayê bi dirûşmeya "Civaka birêxistinkirî civaka azad e" 3`yemîn konferansa xwe li gundê Til Qerah li dar xist. Konferans du rojan berdewam kir. 150 delege ji saziyên sivîl, Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê, meclis û komînên kantonê, rûspiyên êlan, Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, Koalîsyona Neteweyî ya Demokratîk a Sûriyeyê, nûnerên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokatîk (TEV-DEM), Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê tev li konferansê bûn.

Konferans îro bi encamnameyê bi dawî bû.

Encamname wiha ye;

"Sêyemîn konferansa Rêveberiya Kantona Şehbayê bi dawî bû. Di konferansê de gelek biryar ji bo pêşxistina kantonê di hemû aliyan de hatin dayîn.

"Di gel gengeşeyên ku li Sûriyeyê bi taybet û Rojhilata Navîn bi giştî rû dide û bandorên wê li ser fikirê mirovahiyê de, hewldanên dewletên modernîteya kapîtalîzm ên ji bo parçekirina Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên siyasî û aborî derket holê, ev hewldanê bi riya tevgerên xwedî îdelojiya dogma, olî û qewmewî û terorîst têne kirin, armanc jê şikandina îradeya gelê herêmê ye.

Di pêvajoya aloziyê Sûriyeyê de, tevgerên rizgarkiriyê yên ku xwedî li fikir û felsefeya Rêberê Netewa Demokarîk Abdullah Ocalan  derketine, derketin pêş. Tevgerên behsa mijarê bi maf û îradeyê azad a gel bawer e, di heman demê de bi jiyana hevbeş ya xwe dispêre çanda dîrokî û civakî ya gelê herêmê bawer e, ku gel bi xwe, xwe di nava komîn û meclisan de bi rêxistin bike, da ku hêviyên wê yê civaka demokratîk pêk werînin. Ev felsefa tekane rêbazê çareserkirina kriza li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê ye.

Piştî du sal û nîv li ser rizgarkirina beşek ji herêmên me û pêkanîna projeya demokratîk me konferansa xwe ya sêyemîn bi dirûşmeya "Civaka rêxistinkirî civaka azad e" li dar xistin. Konferansa me bi armanca pêşxistina çanda rêxistinkirî û rêveberinê ya meclis û komînan da ku meclis û komîn karibin pêşengtiya civakeke polîtîk, exlaqî û demokratîk bike.

Yekem car li ser xaka Şehbayê, bi beşdarbûna nunerên hemû, meclis û saziyên kantonê di nava du rojan rewşa siyasî û rêxistinî bi awayekî berfireh hatin nîqaşkirin. Her wiha mekanîzmey xebatên birêveberina meclis û komînan hatin gotûbêjkirin, ji ber ku civaka rêxistinkirî civaka azad e û çanda civakên Rojhilata Navîn ji rastiya wê hatiye dûrxistin ku wê li pêşberî hegemoyaya kapîtalîzmê rû bi rû dihêle. Derktina fikriê Netewa Demokratîk roleke girîng di pêşxisitna civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de lîstiye.

Di vê konferansê de, rewşa saziyên kantonê bi awayekî obektîv hate nirxandin, her wiha li ser kêmasî û şaştiyan hatin sekinandin. Hevserokên kanton û navçeyan û cigaran li pêşberî beşdaran rexnedayînên xwe anîn ziman.

Di dawiya kongeransê, beşdaran gelek biryar derbarê (Rêvebertiyê, Îdeolojî, tenduristî, perwerde, xizmetguzarî û hwd..) derxistin, her wiha tekezî li ser piştgiriya Pêngava Rizgarkirina Efrînê û pêkanîna vê yekê li ser erdê hate kirin.

Di heman demê de ku li şer li Sûriyeyê rû dide, me konferansa xwe li ser xaka Şehbayê li dr xistin. Di rewşeke ku li herêmê xwîn tê rijandin û demografî tê guhertin ev konferans mîna serkeftina felsefeya Netewa Demokratîk li hemberî pergakên dewletên kapîtalîzmê û îbtalkirina projeyên wê yên li ser herêmê hatine ferzkirin e.

Bijî biratiya gelan, bijî felsefeya netewa demokratîk

Bijî Sûriyeya Demokratîk û ne navendîbûyîn

Ji Rêber Abdullah Ocalan  re azadî

Ji birîndaran re şîfa lezgîn

Şehîd Namirin"

ANHA