Şahoz Hesen: Ji bo alozî çareser bibe divê dagirkirina Tirkiyê bi dawî bibe

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen destnîşan kir ku ew destekê didin xeta mûzakeyên Sûrî –Sûrî  û diyar kir ku di gel mayîna dagirkeriya Tirkiyê li Sûriyeyê de çareserî ne pêkane ye.

Şahoz Hesen: Ji bo alozî çareser bibe divê dagirkirina Tirkiyê bi dawî bibe
Şahoz Hesen: Ji bo alozî çareser bibe divê dagirkirina Tirkiyê bi dawî bibe
Şahoz Hesen: Ji bo alozî çareser bibe divê dagirkirina Tirkiyê bi dawî bibe
Şahoz Hesen: Ji bo alozî çareser bibe divê dagirkirina Tirkiyê bi dawî bibe
Şahoz Hesen: Ji bo alozî çareser bibe divê dagirkirina Tirkiyê bi dawî bibe
Şahoz Hesen: Ji bo alozî çareser bibe divê dagirkirina Tirkiyê bi dawî bibe
29 îlon, 2018   13:59

GIRÊ SPÎ

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca nirxandina rewşa siyasî civîneke li bajarê Girê Spî li dar xist.

Civîn li dibistana qada Dibistana Ehmed Yasîn bi tevlêbûna bi dehan endamên partiyê û şêniyên bajêr hate lidarxitin.

‘Divê rêjîm gavên cidî ji bo xizmeta pêşeroja Sûriyeyê bavêje‘

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen di civînê de axivî û ev tişt got: "Em bi diyalogan re ne, danûstandinên me bi rêjîmê re rawestiyane. Em hêvî dikin ku danûstandin berdewam bike, ji ber ku em çareseriyeke siyasî dixwazin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê nêrînên xwe li ser bidin."

Hesen anî ziman ku rêjîma Sûriyeyê bi ciddiyet nêzî danûstandinan nabe, ev yek delîlê ku naxwaza alozî çareser bibe, pêwîste gavên ciddî ji bo xizmeta pêşeroja Sûriyeyê û pêkanîna demokrasiyê bavêje.

Şahoz Hesen got: "Em naxwazin rewşa beriya 2011 vegere."

‘Em bi çareseriya siyasî re ne‘

Şahoz Hesen di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew destekê didin xebatên çareseriya siyasî û wiha domand: "Ne kurd in ku danûstandinan bi rêjîma Sûriyeyê re dike, lê belê MSD‘ê û rêveberiya xweser ku nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike danûstandinan dike."

Li ser pirsa beşdarekî Şahoz Hesen tekez kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêkanîna demokrasiyê ji danûstandinên Sûrî-Sûrî re amade ye."

‘Di gel dagirkirina Tirkiyeye de çareserî ne pêkane ye‘

Hevserokê PYD‘ê Şahoz Hesen bal kişand li ser dagirkirina Tirkiyeyê li Sûriyeyê ev tişt anî ziman: "Li gel hebûna dagirkeriya Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê em nikarin behsa çareseriyê bikin. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê pêwîste dagairkiriya li Sûriyeyê bi dawî bibe."

Hesen li ser mijara Idlibê ev tişt bi lêv kir: "Di demên dawî de, li ser mijara Idlibê helwestek ji aliyê Amerîkayê ve derket, dibêjin ku ew fikarên wan li ser sivîlên Idlibê heye, bi rastî helwesta me jî ev, lê di dema ku Tirkiyeyê êrîşî Efrînê kir û sivîl kuştin Amerîka ti helwest nîşan neda. Tîfaqa Rûsya û Amerîkayê ya avakirina herêmeke bêçek li Idlibê yekitiya xaka Sûriyeyê dixe xeteriyê û herêmê parçe dike, xeta herêma bêçek dibe ku di pêşerojê de bibe herêmeke Tirkî mîna sînaryoya Lîwa Eskenderon."

Li ser pirsa beşdarekî der barê helwesta Îranê Şhaoz Hesen wiha bersiv da: "Îran di rewşeke zehmet re derbas dibe, ji ber cezayên li ser wê hatin ferzkirin hebûna xwe li Sûriyeyê winda kiriye, bêyî Îran jî rêjîmê nikare şer bibe."

ANHA