Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin

Şêniyên navçeya Til Hemîsê bi merasîmeke girseyî du şehîdên xwe veşartin.

Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
Li Til Hemîsê du cangoriyên azadiyê hatin oxirkirin
29 îlon, 2018   13:22

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê cenazeyê endamê Erka Xweparastinê Mihemd Deham ê ku di 26`ê Îlonê de dema erka xwe ya leşkerî li Dêrikê pêk dianî şehîd bibû û şervanê QSD`ê Silêman El-Ehmed (Mezlûm Til Berek) ê di qonaxa dawîn a Pêngava Bagera Cizîrê de di 26`ê Îlonê de şehîd bû, bi merasîmekê veşartin.

Şêniyan cenazeyê herdû şehîdan ji avahiya Meclisa Malbatê Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Raxib El-Eteiye ve ketin rê.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin dest pê kir her wiha şervanên QSD`ê toreneke leşkerî lidar xistin. Paşê ji bi navê rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Xilêwî, rêveberê bi navê PYD`ê Heyal Xiwêr û berdevkê QSD‘ê yê navçeya Til Hemîs Kemal Pîr axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata herdû şehîdan re hate xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.

Her wiha hate destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ`ê ber bi tune bûnê ve diçin û hate tekezkirin ku çeteyên DAIŞ`ê yên li çolbistana Dêrazorê mane alîkariya xwe ji dewletên cîran digrin û bi taybet Tirkiyeyê ya ku di pêkanîna berjewendiyên xwe de di rêya çeteyan de têk çû.

Di dawiyê cenazeyê herdû şehîdan di nava tilîlî û dirşmeyên şehîd namirin hatin veşartin.

(bx)

ANHA