'Em ê bi can û xwîn alîkariya Efrînê bikin'

Welatiyên bajarê Hesekê diyar kir ku dê bi hemû hêz û derfetên xwe alîkariya Berxwedana Serdemê ya Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bikin. Welatiyan da zanîn ku Efrîn di dilê wan de ye û dê ji bo rizgarkirina wê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

'Em ê bi can û xwîn alîkariya Efrînê bikin'
29 îlon, 2018   11:37

HESEKÊ

Welatiyên beşdarî xwepêşandana li Hesekê ya ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê ya Efrînê bûn, ji ajansa me ANHA'yê re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.

Emîne El-Elî girêdayî mijarê diyar kir ku Efrîn rihê wan e û di dilê wan de ye û wiha got: "Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Minewra Zafî jî der barê heman mijarê de wiha anî ziman: "Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe piştgirî û alîkariya Berxwedana Serdemê ya Efrînê bikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê çi ji me were xwestin em amade ne."

Hediye Mihemed jî axivî û wiha got: "Heta dilopek xwîn di canê me de heye em ê alîkariyê bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re bikin. Divê Erdogan baş bizanibe ku em tu carî rê nadin ku dagirkeriya xwe li Efrînê bidomîne. Îradeya gelê Kurd tu carî nayê şikandin."

Ehmed Yûsif jî got ku ew bi can û bi xwîna xwe bi Efrînê re ne.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî jî girêdayî heman mijarê hovîtiya artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Em hovîtiya dagirkeran li Efîrnê û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî vê hovîtiyê bi tundî şermezar dikin. Ji bo rizgarkirina Efrînê çi ji me were xwestin em amade ne. Em amade ne ji Efrînê re canê xwe feda bikin."

ANHA