Xwediyê qesrê jî Erdogan red kir

Malbata xwediyê qesra dîrokî Wan a li Kolnê nexwest ku Erdogan biçe qesrê. Li ser vê yekê serdana Erdogan û Serokwezîrrê Eyaleta NRW’ê Lacshet li mêhvanxaneya li balafirgeha Kolnê li hev civiyan.

Xwediyê qesrê jî Erdogan red kir
29 îlon, 2018   11:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Erdogan ku ev car çaran e li Elmanyayê ye, vê sibehê taştiya xwe li gel Serokwezîr Angela Merkel xwar û civiyan.

Erdogan îro piştî hevdîtina li gel Merkel wê ber bi Kolnê bikeve rê. Li bendê bu ku Erdogan li Kolnê li qeesra Wan li gel Serokwezîrê Eyaleta Bakurê Ren Vestfalya (NRW) bicive.

Li ser vê xwediyê qesrê ragihand ku Erdogan naxwazin. Li ser zextên rêveberiya NRW’ê malbatê serî li dadgeha îdarî ya Kolnê dan. Dadgehê daxwaza malbata a ku ‘Em naxwazin mêhvandariya bi armancên siyasî bike’ bi maf dît.

Li ser vê piştî ku Erdogan ji balafirgeha Bonn/Kolnê peya bû li mêhvanxaneya girêdayî Wezareta Parastinê ya li nava balafirgehê li gel Serokwezîrê eyaleta NRW’ê Laschet li hev civiya.