Li Qamişlo pêşangeha destkariyên zarokan

Di bin dirûşma "Bi hev re ji bo pêşxistina afirîneriya zarokan" de, li baxçeyê zarokan ê Nûr El-Şems ê taxa El-Xerbî ya bajarê Qamişlo bi sponseriya Weqfa Jinên Azad ên Rojava pêşangeheke destkariyê hate lidarxistin.

Li Qamişlo pêşangeha destkariyên zarokan
Li Qamişlo pêşangeha destkariyên zarokan
Li Qamişlo pêşangeha destkariyên zarokan
Li Qamişlo pêşangeha destkariyên zarokan
Li Qamişlo pêşangeha destkariyên zarokan
Li Qamişlo pêşangeha destkariyên zarokan
29 îlon, 2018   11:22

QAMIŞLO

Di pêşangehê de bi dehan zarokên bexçeyên zarokan ên girêdayî Weqfa Jinên Azad ên Rojava û endam û rêveberên weqfê û Koma Ronak a girêdayî weqfê beşdar bûn.

Pêşangehê bi merasîmekê dest pê kir. Paşê endama weqfê Darîn Mehmûd axivî û got ku ew ji bo pêşxistina civakê û pêşxistina afirîneriya zarokan tev digerin û wiha anî ziman: "Zarok bingeha civakê ne. Divê bi awayekî baş bêne avakirin." Piştre deriyê pêşangehê ji aliyê zarokan ve hate vekirin û di nava pêşangehê de geriyan.

Di pêşangehê de karên destan ku ji aliyê zarokan ve hatine çêkirin, hatin pêşandan wekî lîstokên zarokan û nexşe û hin peykerên zarokan çêkirine.

Weqfa Jinên Azad a Rojava diyarî li zarokên Koma Ronak belav kirin û spasiya xebatên wan kir. Piştre Koma Ronak stranên zarokan pêşkêş kirin.

ANHA