Gelo çima hejmara koçber û penaberên kampa Eyn Îsa wekî xwe maye?

Hejmara koçber û penaberên ku li kampa Eyn Îsa dimînin li ser 13 hezarî sekiniye. Rêveberiya kampê sedema ku dihêle hejmara koçberan wekî xwe bimîne aşkera kir.

Gelo çima hejmara koçber û penaberên kampa Eyn Îsa wekî xwe maye?
Gelo çima hejmara koçber û penaberên kampa Eyn Îsa wekî xwe maye?
Gelo çima hejmara koçber û penaberên kampa Eyn Îsa wekî xwe maye?
29 îlon, 2018   09:46

TURKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Hejmara koçberên kampa Eyn Îsa di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de gihaşt asta herî bilind. Rêveberiya kampê pêdiviyên pêwîst ji koçberan re peyda kirin. Lê piştî bajarê wan hate rizgarkirin, hejmara wan kêm bû û şênî li warê xwe vegeriyan.

Heta niha 13 hezar koçber di kampê de dijîn. Tevî ku gelek malbat li malên xwe vegeriyan lê hejmara wan kêm nebû.

Rêveberiya Xweser a kantona Girê Spî di Mijdara 2016`an de kampa Eyn Îsa ji bo pêşwazîkirina koçberan ji bajarê Reqa û gundewarên wê ava kir. Dema ku QSD`ê hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê ragihand, hejmara koçberan bû 29 hezar.

Rêveberiya kampê bi hevkariya hindek rêxistinan alîkarî ji koçberan re pêşkêş kirin.

Piştî ku Meclisa Sivîl a Reqayê di 18`ê Nîsana 2017`an de hate avakirin, birêvebirina kampê girt ser xwe da ku erka xwe li hemberî şênî û koçberan pêk bîne. Dema ku bajarê Reqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi rakirina bermahiyên şer kir da ku koçber li malên xwe vegerin. Hejmara wan kêm bû û bi destpêka sala 2018`an re hejmara wan bû 13 hezar.

Tevî koçberên Reqayê, koçberên ji bajarê Dêrazorê û hindek bajarên din ji Sûriyeyê yên ji ber kiryarên rêjîma Sûriyeyê û penaberên ji Iraqê jî li kampê dimînin.

Ji rêveberên kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf got sedema ku hejmara koçberan li wê derê sekiniye, ji ber ku malbatên koçber ên xwe di dibistanên gundan de bi cih kirine berê xwe da kampê û hinek malbat jî ji kampê derketin.

El-Eyaf destnîşan kir ku şêniyên Reqa û Dêrazorê ji ber ku malên wan di şer de hatine hilweşandin û ji ber hindek gundên wan di bin serweriya rêjîma Sûriyeyê de ne, ji ber wê  venagerin.

Niha 13 hezar koçber di kampa Eyn Îsa de dimînin. 8 hezar û 73 koçber ji Dêrazorê, 3 hezar û 115 koçber ji Reqayê, hezar û 56 koçber ji Helebê, 48 koçber ji Idlibê, 64 koçber ji Hemayê, 162 koçber ji Humsê û 518 penaber jî ji Iraqê ne.

(bx)

ANHA