Deriyê Nesîb ê di navbera Sûriye û Urdunê de vebû

Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê ragihand ku deriyê Nesîb ê di navbera Sûriyê û Urdunê de hatiye vekirin û tevgera çûyîn û hatinê dest pê kiriye.

Deriyê Nesîb ê di navbera Sûriye û Urdunê de vebû
29 îlon, 2018   08:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Sana ya rejîma Sûriyeyê, Wezareta Veguhastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de da zanîn ku wan hemû pêdiviyên pêwîst ji bo vekirina deriyê Nesîb ê ser sînorê di navbera Sûriye û Urdunê de bi dawî kirine û niha tevgera çûyîn û hatinê dest pê kiriye.

Hefteya çûyî wezaretê biryara rakirina gumrika di deriyê Nesîb de ya erebeyên bar ên Sûriyeyê, dewletên Ereban û yên biyanî di hatina xaka Sûriyeyê de, da.

Hêzên rêjîmê deriyê Nesîb ku 15 km li başûrê bajarê Deraa dikeve, piştî itîfaqa Rûsya û komên çekdar kontrol kir.

(jo)