Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê bi merasîmeke biheybet cenazeyê şehîd Evîn Tolhildan li Goristana Şehîd Xebat Dêrik a herêma Dêrikê oxir kir.

Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
Şehîd Evîn Tolhildan hate oxirkirin
29 îlon, 2018   07:02

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê li ber Nexweşxaneya Şehîd Hogir a bajarê Dêrikê di destê wan de wêneyên şehîdan, wêneyên Rêbeberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, al û sembolên kurdî kom bûn. Şêniyan cenazeyê şervana YPJ`ê Evîn Tolhildan ku di şerê Til Elo de birîndar bûbû û di encama birîna xwe de di 20`ê Îlonê de li  nexweşxaneyeke başûrê Kurditanê de şehîd bûbû, wergirt. 

Bi hezaran şêniyên Dêrikê bi hemû pêkhateyên xwe, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.

Cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik a bajarê Dêrikê ve ket rê.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û endamên Erka Xweparastinê ve hate lidarxistin. Paşê ji fermandar YPJ`ê Kurdistan Xêrkî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz da ku dê her tim şopdarên rêya şehîdan bin.

Kurdistan di axaftina xwe de destnîşan kir ku di destpêka şoreşa Rojava de fermandar Evîn ew perwerde kirin û dê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin.

Kurdistan diyar kir ku şehîd Evîn ji Dêrikê heta Efrînê cihê xwe di eniyên şer de digirt û wiha pê de çû: "Ji hemû laşê xwe birîndar bûbû. Lê îradeya wê xurt bû. Tu car teslîm nebû. Têkoşîna xwe berdewam kir û di oxira wê de gihaşt asta şehadetê."

Paşê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ebîd axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Ebîd di axaftina xwe de diyar kir ku şehîd Evîn efsaneya serdemê ye û bê teredud cihê xwe di eniyên pêş de di hemû şeran de digirt.

Paşê wesîqeta şehadetê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Ji aliyê xwe malbata şehîd Evîn jî soz da ku dê her tim şopdarên rêya şehîdan bin û heta ku tevahî axa bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyan were rizgarkirin dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Evîn di nava dirûşme û tilîliyan de hate oxirkirin.

(bx)

ANHA