Rêxistineke Fransayê serdana Kobanê kir

Rêxistina La Guilde Europeenne Du Raid a Fransayê serdana bajarê Kobanê kir.

Rêxistineke Fransayê serdana Kobanê kir
Rêxistineke Fransayê serdana Kobanê kir
Rêxistineke Fransayê serdana Kobanê kir
Rêxistineke Fransayê serdana Kobanê kir
28 îlon, 2018   13:30

KOBANÊ

Bi armanca alîkarîdayîna rojname û radoyên herîmî, her wiha destekekda pirûkxane û qada perwerdê, Rêxistina La Guilde Europeenne Du Raid  a Fransayê ku ji Hugu Deverwarin , Ameli Banzit pêk tê  tevî  nûnerê PYD`ê yê li Fransayê û endamê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Xalid Îsa serdana bajarê Kobanê kir.

Endamên rêxistinê tevî Xalid Îsa îro di saetên sibê de serdana navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê kirin û kar û xebatên wir ji nêz ve şopand. Gera rêxistinê li bajarê Kobanê dewam dike. Li gorî endamên rêxistinê, piştî Kobanê wê serdana bajarê Reqayê jî bikin.

Xalid Îsa da zanîn ku armanca hatine rêxistinê ew e ku rewşa Kobanê ji nêz ve bişopîne û pêdiviyên saziyan bicih bîne.

Rêxistina La Guilde Europeenne Du Raid  a Fransayê  li gelek welatên ku şer û alozî lê hene, kar dike û taybet destek dide rojname û radoyên herîmî. Ev rêxistin di berxwedana Kobanê de destek da gelê Kobanê.

(hh-hh/kc)

ANHA