Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê: QSD`ê derbasî gundê El-Sefaqine bû

Şervanên QSD`ê di çarçoveya Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de li eniya El-Sûse derbasî gundê El-Sefaqine bûn û gelek noqte ji gund rizgar kirin.

Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê: QSD`ê derbasî gundê El-Sefaqine bû
28 îlon, 2018   13:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê derbarê pêşketinên dawî yên Qonaxa Şerê Tunekirina Terorê de li bejahiya Dêrazorê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Hêzên me li eniya El-Sûse derbasî gundê El-Sefaqine bûn û gelek noqteyên ku çeteyên DAIŞ`ê xwe lê bicih kiribûn, rizgar kirin. Li gund şer didome û hêzên me bi pêşve diçin.

Ji aliyekî din ve jî tîmên me yên endizyarî bi dehan mayînên ku çeteyan li derdora gund çandine, bêbandor dikin.”

(kc)